Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA John Kîrby, mijarên di rojevê de nirxand û bersiv da gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser El Nûsra.
'EM Ê JI LÎSTEYÊ DERNEXÎNIN'
Kîrby diyar kir, ew El Nûsra weke 'rêxistina terorîst' dibîne û got, "Ji bo derxistina El Nûsra ji lîsteya terorîstan, bi ti awayî sedemeke me nîne."
Kîrby axaftina xwe ya li ser mijarê wiha dewam kir: "Ew (El Nûsra) rêxistineke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke komeke terorîst hatiye pênasekirin e. DYA jî wan weke komeke terorîst dibîne û ji bo El Nûsra ji lîsteya terorîstan bê derxistin an jî nêzîkatiyeke cuda li wan bê kirin, ti sedemeke me nîne. Di heman demê de ew aliyekî agirbestê nînin."
DESTEKA JI BO ONDEROGLÛ
Kîrby her wiha nerazîbûn nîşanî Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Erol Onderoglû da û mijar weke "Dewama rêveçûna nexweş a pêşî li rêya rewa ya azadiya çapemenî û ramanê digire" pênase kir.
Kîrby bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî nirxên gerdûnî tevbigere û destnîşan kir, hewldanên rojnamevanên serbixwe û pêşîvekirina li dengên cuda, rêya xurtkirina demokrasiyan e.
'DI SÎNORÊ TIRKIYEYÊ RE ŞERVANÊN BIYANÎ Û KELÛMEL DERBAS DIBIN'
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA John Kîrby têkildarî pirsa li ser banga Rûsan a ji bo girtina sînorê Tirkiyeyê yê bi Sûriyeyê re ev bersiv da:
"Gelo hê şervanên biyanî û kelûmel ji vî sînorê derbas dibin? Bêguman û em bi vê dizanin. Em hewl didin bi Tirkiyeyê re ji nêz ve bixebitin ku li ser vê mijarê serdest bin."