CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Serdana von der Leyen a li Încîrlîkê bi tundî hat rexnekirin
Piştî ku derket holê, Tirkiyeyê hefteya derbasbûyî nehişt parlamenterên Elman biçin Baregeha Încîrlîkê, Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen duh baregeh ziyaret kir. Mûxalefetê bi tundî von der Leyen rexne kir. -
DYA: Ji sala 2009'an û vir ve di êrîşên hewayî de 116 sivîl mirin
Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI), bîlançoya êrîşên bi balafirên bêmirov ên li derveyî Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatine kirin, eşkere kir. -
Hejmara penaberan kêm bû
Par bi qasî mîlyonek penaberan xwe li Elmanyayê girtibûn. Hat ragihandin, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 123 hezar penaber hatine vî welatî. -
Di çarçoveya bernameya IOM’ê de 3200 penaber ji Yewnanîstanê vegeriyan
Li gor daneyên ji aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), zêdetirî 3 hezar penaberên ku êdî xwe li şertên penabertiyê yên li Yewnanîstanê negirtin, ji bernameya vegerê sûd wergirtin. -
Sînorên Polonyayê wê domahiya mehekê bi tevdîrên derasayî bên parastin
Hate ragihandin, li Polonyayê ku wê vê hefteyê ji gelek aktîvîteyên girîng ên wek Civîna NATO, Roja Ciwanan a Cîhanê re mahzûbantiyê bike, wê tevdîrên parastina sînor di asta herî jor de bê girtin. -
Rojeva yekane ya Skoçyayê Yekîtiya Ewropa û serxwebûn e
Piştî ku Brîtanya Mezin bi referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, li Skoçyaya alîgirê mayîna li nava yekîtiyê ye, rojeva sereke bû serxwebûn. -
Êrîşên nîjadperestî piştî Brexitê bi 5 qatan zêde bûn
Li Brîtanya Mezin, ku bi referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, êrîşên nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan, di asteke cidî de zêde bûn. -
Li Elmanyayê 2.6 milyon kes bêkar in û 3.5 milyon kes jî part-tîme dixebitin
Hate gotin li welatê herî mezin ê Yekitiya Ewropayê rêjeya bêkariyê kêm dibe û balê dikişîne ku ji 3.5 milyonî zêdetir kes di karên nîvrojî de yan jî kêmtir de dixeibitin. -
Ji Le Monde Dîplomatîque ‘şerê qirêj ê Erdogan û Komunalîzma Kurdan’
Kovara navdar a nûçe û analîzan a Fransayê Le Monde Dîplomatîque, di hejmara Tirmehê de cihekî berfireh ji dosyaya Kurd re terxan kir. -
De Mîstûra dixwaze danûstandina di Tîrmehê de ji nû ve bide destpêkirin
Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku ew dixwazin danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî di meha Tîrmehê de ji nû ve bidin destpêkirin. -
Beriya balafira Misirê bikeve, dibe ku agir pê ketibe
Li gorî lêkolînên li ser qutiya reş a balafira Misirê hat kirin, ku di 19'ê Gulanê de li Derya Spî ket, beriya balafir bikeve, dû ji hundirê balafirê hatiye. -
Li Hîndîstanê, pirsgirêka mûçeyê 10 mîlyon karmendan çareser bû
Li Hîndîstanê ku duyemîn welatê herî mezin ê cîhanê ye, di mijara zêdekirina mûçeyê 10 mîlyon karmend û teqawîtbûyan de li hev hat kirin. -
Kleemann: Gorleben ji bo depokirina avêtiyên nukleerî ne cihekî rast e
Li Elmanyayê, xebatên ji bo tespîtkirina cihê depokirina aêtiyên nukleerî dewam dikin. Hat ragihandin, 'eger bi awayekî adil were nirxandin' wê Gorleben li derveyî alternatîfan be. -
Li gerstêrka biçûk Ceresê ji texmînan kêmtir av heye
Pisporên Enstîtuya Astrofîzîk a Îtalyayê, wêneyên ji aliyê maşîna fezayî Dawn ve hatin şandin lêkolîn kirin û gihîştin wê encamê ku ava qeşagirtî ya li gerstêrka biçûk Ceresê, ji texmînan kêmtir e. -
Li Hollandayê ji bo referandûmê 56 hezar îmze pêşkêşî meclîsê hatin kirin
Daxwaza Hollanda ya ji bo ji Yekîtiya Ewropa derkeve referandûmê li dar bixe, li Meclîsa Nûneran hate redkirin. 56 hezar û 700 îmze yên ji bo referandûmê hatin berhevkirin jî pêşkêşî meclîsê hatin kirin. -
Li Fransayê bi sed hezaran kes li dijî Qanûna Xebatê xwe bera nav kolanan dan
Li Fransayê li dijî qanûnên xespa mafan ên di Qanûna Xebatê de ku sibehê wê biçe Senatoyê, bi sed hezaran kesî xwe bera nav kuçe û kolanan dan. -
Li Başûrê Sûdanê şer, herî kêm 43 kuştî hene
Hat ragihandin ku lii Başûrê Sûdanê di şerê navbera muxalîf û hêzên ewlekariyê de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne. -
Aktorê navdar ê Îtalyanî Pedersolî jiyana xwe ji dest da
Aktor û komedyenê Îtalyanî Bûd Spencer, ku ji fîlmên 'Spagettî Wetern' xweş tê naskirin, di 84 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. -
Di êrîşên xwekujî yên li Yemenê de bi dehan kes mirin
Li Yemenê, ku ji bo qedandina şerê navxweyî muzakereyên aştiyê lê dewam dikin, ji ber êrîşên xwekujî yên li hemberî bendên leşkerî bi dehan kes mirin. -
Lîderên YE li Berlînê li hev civiyan
Piştî referandûma li Brîtanyayê, ku Yekîtiya Ewropa (YE) hejand, lîderên her sê welatên mezin ên yekîtiyê Elmanya, Fransa û Îtalya ji bo siberoja yekîtiyê binirxînin li hev civiyan. -
Ji hilbijartinên li Spanyayê careke din encama koalîsyonê derket
Ji bo li meclîsa ji 350 kursiyî hikûmet bê avakirin, pêwîstî bi wergirtina 176 parlamenteran heye. Tê payîn, di rojên pêş de careke din di navbera partiyan de danûstandinên koalîsyonê destpê bikin. -
Fellûce ket bin kontrol artêşa Iraqê
Artêşa Iraqê û Hêzên Gel ên Dildar, çeteyên DAIŞ'ê ji bajarê Fellûceyê ku navenda îdarî ya wîlayeta Enbarê ye derxistin û bajar kontrol kirin. Li gorî daxuyaniya berdevkê hêza antî terorê ya Iraqê, li bajêr çete nema ne. -
BKA: Dibe ku rêxistinên nû yên terorê yên rastgir peyda bibin
Li Elmanyayê, di nava du salên dawî de hem hejmara penaberan zêde bû, hem jî êrîşên li dijî biyaniyan. Fikar hene, rêxistinên nû yên terorê yên rastgir derkevin holê. -
Gelê Spanyayê li ser sindoqan e
Li Spanyayê, piştî 6 mehan gel careke din ji bo hilbijartinên giştî li ser sindoqan. -
PE jî ji Cameron re dibêje 'bes mijûl bike'
Piştî ku gelê Brîtanya Mezin di referandûmê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) da, nerazîbûnên li afirînerê vê referandûmê Serokwezîr Davîd Cameron zêde dibin.