CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di lêpirsîna komkujiya Nice de ti gav nehatiye avêtin
Lêpirsîna li ser komkujiya 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Fransa Nice, dewam dike. Tê gotin, li ser têkiliyên rêxistinî yên kujer, hê daneyeke xurt bi dest neketiye. -
Li Qazaxistanê êrîşa çekdarî: 4 kes mirin
Li bajarê Almatî yê Qazaxistanê, li hemberî qereqola polîsan êrîşeke çekdarî hat kirin. Di encama êrîşê de 4 polîs mirin. Wezareta Karên Hundir diyar kir, wan operasyon dane destpêkirin. -
Wallstrom: Eger Tirkiye hê bêhtir antî demokratîk bibe, hevkariya pê re wê zehmet be
Wallstrom hewldana darbeyê şermezar kir û got, "Em piştgiriyê didin gelê Tirk û hêvîdar in Tirkiye di dema pêş de bêhtir bêdeng û aram be." -
Li Erîvanê êrîşa çekdarî
Hat ragihandin, li paytexta Ermenîstan Erîvanê li hemberî midûriyeta polîsan êrîşeke çekdarî hatiye kirin û di encamê de polîsek miriye, gelek polîs jî birîndar bûn. -
Li Bexdayê meşa girseyî
Bexdayiyên ku bi banga Lîderê Şîî Mûqteda Sedir li qada Tehrîrê ya Bexdayê dest bi meşê kirin, xwetin ku yên nelirêtî kirine bên darizandin. -
Hollande: Têkoşînek demdirêj li benda me ye
Serokkomar Françoîs Hollande piştî birîndarên li nexweşxaneyên bajarê Nicê ziyaret kir, li Walîtiya Nîce axivî, got wê welatî wî li hember êrîşan helwesta xwe ya heta îro domandiye neguherîne. -
Li Balafirgeha Nice, alarma pakêtek biguman
Hate îdîakirin ku li ser îxbara êrîşê, balafirgeha navneteweyî ya li bajarê Nice ku duh êvarî qetlîam lê çêbû, tê valakirin. -
Nasnameya êrîşkarê li Nice eşkere bû
Hat ragihandin, nasnameya kesê li Nice komkujî kiriye, eşkere bûye. Rojnameya Nice Matîn îdîa kir, êrîşkar kesekî bi navê Mohamed Lahoûaîej Boûhlel ê welatiyê Fransa û Tûnisê ye. -
Li Fransayê ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin
Piştî komkujiya li Nice, ku herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Fransayê ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin. Li gorî agahiyan, êrîşkarê 31 salî yê Tûnisî, beriya niha hatibû girtin. -
El Sadr: Bila Amerîka ji vir biçe
Hejmara xwepêşandêrên ji saet 07:00 û pê ve li meydana Tehrîrê civiyan, di demeke kurt de gihîşt hezaran. -
Li Awûstûryayê cezayê giran li du endamên DAIŞ'ê hat birîn
Li Awûstûryayê, kesekî bi rêya înternetê propaganda çeteyên DAIŞ'ê dikir û kesekî din ê alîkarî dida wî, bi 10 heta 20 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin. -
Li Elmanya û Fransayê çalakiyên ji bo 14'ê Tîrmehê
Bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Elmanya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin. -
Baweriya bi Clînton û Trûmp a li nava hilbijêran kêm dibe
Ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîka, ku wê di meha Mijdarê de pêk were, karê propagandayê dewam dike. Li gorî anketan, qîmeta namzeta Demokratan Hîllary Clînton û hevrikê wê yê Komarparêz di nava hilbijêran de kêm bûye. -
Hikûmeta Swêdê ya nexwest çekan bide Kurdan, çekên xwe dide dîktatoran
Hikûmeta Swêdê, ku nexwest çekan bide Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, biryar da bi buhayê 11 mîlyar Kronî çekan bifiroşe Emaretiyên Ereb ên Yekbûyî, ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi sûcê şer tê tawanbarkirin. -
May ji bo 'amadekariya' derketina ji YE dem xwest
Li Brîtanya Mezin, hikûmeta nû ya roja Çarşemê ava bû, ji bo muzakereyên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) bi biryar e ku ne lezîn e. Di heman demê de dixwaze zerar li têkiliyên bi DYA re nebe. -
Hollande: Em ê operasyonên li Sûriye û Iraqê zêde bikin
Li bajarê Fransa Nîce, di êrîşa duh bi şev a li hemberî pîrozbahiya cejna serketina neteweyî de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn. -
Li Fransayê êrîşa bi qemyonê: Herî kêm 60 kes mirin
Li Fransayê, di dema pîrozbahiyên Şoreşa Fransayê ya 14'ê Tîrmehê de qemyonekê da nava girseya gel. Dozgeriya Komarê ragihand, herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji keştiya ku li peravên Îtalyayê noqî avê bûyî 458 cenaze hatin derxistin
Ji keştiya ku sala bihurî li peravên Îtalyayê noqî avê bibû û nêzî 700 koçberên tê de jiyana xwe ji dest dabûn, hê jî ceneze jê tê derxistin. -
Ji Pro Asyl rexne li mafê starebûna demkî ya li Elmanya ku pevgihîna malbatî dijwar dike
Sepanîna nû ya ku hikûmeta koalîsyonê ya Elmanyayê di meha Adarê de der barê mafê pevgihîna malbatî ya penaberan de diyar bû ku bi armanca astengkirina derbasbûna bi deh hezaran kesan e. -
Fransa şêwirmendên xwe yên leşkerî yên li Iraqê zêde dike
Fransa, ku di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê hatiye avakirin de cih digire, ji bo şêwirmendiyê ji artêşa Iraqê re bike wê hê bêhtir leşkeran bişîne. -
Dozgera Dîwana Edaletê: Derxistina ji kar a ji ber serî nixumandinê 'cihêkarî' ye
Dîwana Edaletê ya Ewropayê, wê doza jineke ji ber serê xwe nixumandibû li Fransayê ji kar hat derxistin, binirxîne. Di rapora pispor a li ser dozê de Dozgera Giştî xwest, derxistina ji kar a ji ber vê sedemê weke 'cihêkariyê' bê dîtin. -
Brîtanya êdî di destê wezîrên alîgirê Brexîtê de ye
Li dû îstifaya Davîd Cameron a piştî referandûma 23'ê Hezîranê, hikûmeta nû duh hat avakirin. Desteya Wezîran a hikûmeta nû bi giranî ji wezîrên di kampanya Brexîtê de roleke mezin lîstin, pêk tê. -
Li Elmanyayê li dijî sûcên kînê yên li ser înternetê operasyona mezin
Dewleta Elman, li dijî parvekirinên nijadperest ên li ser tevna civakî ku ev salên dawiyê zêde bûne, operasyonek berfireh li dar xist. -
SPD’ê jî ji bo Încîrlikê hişyarî li Tirkiyeyê kir
Bertekên li hemberî şantaja hikûmeta AKP’ê û Erdogan ên li ser parlamenterên Meclîsa Federal a Elmanya zêde dibin. -
IMF: DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê
IMF'ê da xuyakirin, ku DAIŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê û bal kişand ser nîşaneyên di vî warî de.