Fransa şêwirmendên xwe yên leşkerî yên li Iraqê zêde dike
Fransa, ku di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê hatiye avakirin de cih digire, ji bo şêwirmendiyê ji artêşa Iraqê re bike wê hê bêhtir leşkeran bişîne.
Fransa, ku di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê hatiye avakirin de cih digire, ji bo şêwirmendiyê ji artêşa Iraqê re bike wê hê bêhtir leşkeran bişîne.
Fransa wê keştiya xwe ya balafiran Charles de Gaûlle ya li Rojhilata Navîn e, ji nû ve bixe dewrê.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande li Wezareta Parastinê axivî û diyar kir, wê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê ku 400 e, zêdetir bikin. Hollande da zanîn, leşkerên wan wê ji bo artêşa Iraqê karê perwerde û şêwirmendiyê bikin, lê li ser hejmara wan agahiyeke zelal neda.
Holldande ragihand, keştiya balafiran Charles de Gaûlle ya 2 sal in li Rojhilata Navîn hatiye wezîfedarkirin, wê di operasyonên li dijî DAIŞ'ê de ji nû ve bê bikaranîn.
Di vê navberê de hat ragihandin, Fransa wê 350 leşkerên xwe yên di çarçoveya Operasyona Sangarîs de li Komara Afrîka Navîn wezîfeyê dikin, vekişîne.