Li Elmanyayê li dijî sûcên kînê yên li ser înternetê operasyona mezin

Dewleta Elman, li dijî parvekirinên nijadperest ên li ser tevna civakî ku ev salên dawiyê zêde bûne, operasyonek berfireh li dar xist.

Ji danê sibehê ve bi tevlîbûna bi sedan polîsan, li 14 eyaletan bi ser nêzî 60 malî de hate girtin.

Di operasyonên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) de şexsên ku parvekirinên nijadperest kirine û tê fikrandin ku bi rêxistinî ne, hatin hedefkirin. Operasyon di çarçoveya Xala 130. a Yasaya Cezayê ku sûcên kînê rêkûpêk dike, hate lidarxistin, hate diyarkirin ku bi giştî 25 yekîneyên polîsan tevlî bûne.

Di operasyonan de lêgerîna malan pêk hatin, Wezîrê Edaletê jî deng da ku “înternet ne ew qade ku hiqûq bandorê lê neke.”

Têkîldarî operasyonan jî Serokê BKA Holger Munch daxuyanî da, got wê nehêlin atmosfera civakî ya li Elmanyayê bi sûcên kînê yên li ser înternetê ve bê jehrkirin.