Wallstrom: Eger Tirkiye hê bêhtir antî demokratîk bibe, hevkariya pê re wê zehmet be
Wallstrom hewldana darbeyê şermezar kir û got, "Em piştgiriyê didin gelê Tirk û hêvîdar in Tirkiye di dema pêş de bêhtir bêdeng û aram be."
Wallstrom hewldana darbeyê şermezar kir û got, "Em piştgiriyê didin gelê Tirk û hêvîdar in Tirkiye di dema pêş de bêhtir bêdeng û aram be."
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom duh êvarê di bernameya televîzyonekê de, hewldana darbeyê û rewşa piştî vê hewldanê ya li Tirkiyeyê nirxand. Wallstrom destnîşan kir, ku eger Tirkiye hê bêhtir berê xwe bide aliyekî antî demokratîk, wê têkiliyên wan ên pê re zehmet bibin.
Wallstrom hewldana darbeyê şermezar kir û got, "Em piştgiriyê didin gelê Tirk û hêvîdar in Tirkiye di dema pêş de bêhtir bêdeng û aram be."
Di vê bernameya televîzyonê de hat ragihandin, ku gelek kes vê hewldana darbeyê weke xurtkirina destê desthilatdariya Erdogan dibînin û di wê baweriyê de ne ku Erdogan wê hîn bêhtir demokrasî û azadiya çapemeniyê binpê bike. Li ser vê yekê Wallstrom da xuyakirin, ku ew ê mijarê di civîna îro ya Yekîtiya Ewropayê de binirxînin.
Wallstrom got, "Ev yek cihê tirs û fikaran e. Pêwîste welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê di vê civînê de bi rengekî vekirî ragihînin ku Tirkiye hurmetê nîşanî pîvanên dewleta hiqûqê bide, hurmetê nîşanî demokrasî û mafên mirovan bide."
Der barê pirsa, "Yekîtiya Ewropa wê bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike yan na?" Wallstrom ev bersiv da: "Eger Tirkiye hîn bêhtir antî demokratîk bibe, ev hevkarî wê zehmet be."
Wallstrom her wiha diyar kir, ku ji bilî hevkariya bi Tirkiyeyê re ti çareya wan nîne û nerazîbûn nîşanî hewldanên ji bo anîna cezayê îdamê li Tirkiyeyê, da. Wallstrom da xuyakirin, ku ji nû ve anîna cezayê îdamê wê bandorê li têkiliyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bike, lê belê divê niha têkiliyên dîplomatîk û siyasî bên dewamkirin.