Hollande: Têkoşînek demdirêj li benda me ye

Serokkomar Françoîs Hollande piştî birîndarên li nexweşxaneyên bajarê Nicê ziyaret kir, li Walîtiya Nîce axivî, got wê welatî wî li hember êrîşan helwesta xwe ya heta îro domandiye neguherîne.

Hollande got, “têkoşînek demdirêj li benda me ye” û destnîşan kir ku ji ber vê sedemê wê “dijminên welatî wî” bi êrîşên heman “berê xwe bidin Fransayê”.

Hollanda anî ziman ku ji ber bajarê Nîce di cîhanê de bi nav û deng e û her wiha bi rasthatina 14’ê Tîrmehê cejna neteweyî hatiye hilbijartin, diyar kir ku tevahî yekîne xebatên hevpar dimeşînin û lêkolîn dikin ku bê ka ti ferdên alîkarî bi vê qetlîamê re kirine hene yan na.

Hollande bi bîr xist ku 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene ku 50 ji wan giran in, destnîşan kir ku gelek biyanî jî di nav qurbaniyan de bûn. Hollande got gelek kesên di temenê zarokatî de jî bûne qurbanî, bal kişand ser dîmenên piştî qetlîamê û ev bang kir: “ji ber vê jî divê em hemû li hember van qewimînan bibin yek.”

Françoîs Hollande bi lêv kir ku hêzên ewlehiyê ji bo rawestandin kujer eforek mezin nîşan dane, dubare kir ku wê welatî wî bi van yekîneyên ewlehiyê re li dijî êrîşên bi vî rengî têbikoşe. Got, piştî qetlîama 13’ê Mijdarê jî bi xwe biryarek gelekî girîng girtine û li hember van êrîşan dest ji şer bernedane.

Hollande yê got, “Têkoşînek demdirêj li benda me ye”, destnîşan kir ku wê ‘dijminên Fransa’ êrîşên li welatê wî bidomînin.