CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Leşkerên biyanî yên li Libyayê dibe sedema bertekan
Ji bo leşkerên Fransî û hin welatên din ên rojavayî ku li Libyayê bi dizîka ve peywirê dikin, ji Libyayê vekişin zext zêde dibin. -
Li Kabîlê êrîş: 61 mirî û 160 birîndar
Li paytexta Efganîstan Kabîlê êrîş birin ser mîtîngekê, di encama êrîşê de 61 kes mirin û 160 kes birîndar bûn. -
Di êrîşa li Munchenê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, duh êvarê li sûka Olympîa êrîşeke çekdarî rû da. Di vê êrîşê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Hin taxên Parîsê ji koçberan hatin valakirin
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo koçberên bi mehan e li nava kolanan dijîn stargehek nehatiye dîtin. Polîsan duh operasyoneke mezin pêk anîn û bi hezaran koçber tehliye kirin. -
Êrîşên AKP'ê yên li Awûstûryayê hikûmet aciz kir
Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, li ser banga Erdogan û rayedarên dewleta Tirk, komên faşîst daketin kolanên Awûstûryayê û êrîş kirin. Nerazîbûna li hemberî van êrîşan dewam dike. -
Êrîşa li Munchenê ji aliyê welatiyekî Elman ê Îranî ve hat kirin
Li gorî agahiyan, êrîşa li sûka Olympîa ya li bajarê Elmanya Munchenê, ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê welatiyekî Elman ê Îranî ve hatiye kirin. Êrîşkar piştî êrîşê întixar kir. -
NY ji bo muzakereyên Sûriyeyê dixwaze dîrokek di meha Tebaxê de diyar bike
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra, da xuyakirin ku ji bo li Cinêvê muzakereyên nû destpê bikin bala xwe dane meha Tebaxê. -
Li Derya Spî drameke nû rû da: 17 penaber xeniqîn
Drama penaberên hewl didin di Derya Spî re ji Bakurê Afrîkayê xwe bigihînin Îtalyayê, dewam dike. Di operasyonên duh de zêdeyî hezar penaber hatin rizgarkirin. Lê belê herî kêm 17 cenaze hatin dîtin. -
Fikar zêde dibin ku komkujiya li Nice plankirî û rêxistinkirî ye
Lêpirsîna li ser komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê, ku 84 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, dewam dike. Fikar zêde dibin ku 5 kesên hatine binçavkirin rola xwe di komkujiyê de hene. -
Di navbera Berberiyan û komên alîgirê Malî de şerekî dijwar diqewime
Li Malî, di navbera Berberiyên ji bo azadiyê têdikoşin û komên ser bi hikûmetê de, şerekî dijwar diqewime. -
Li Brezîlyayê 10 kesên plan dikirin êrîşî Olîmpiyadan bikin hatin girtin
Beriya Olîmpiyadên di 5'ê Tebaxê de destpê bikin, hat ragihandin ku li Brezîlyayê 10 kesên amadekariya êrîşê dikirin hatine girtin. -
Nûnerên welatên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê wê li Swêdê li hev bicivin
Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hûltqvîst ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) re ragihand, welatên di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin, wê roja 20'ê Îlonê li Swêdê li hev bicivin. -
Swêd li xwe mikur hat: Li dijî DAIŞ'ê em ne serketî ne
Alîkarê Musteşarê Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) Johan Sjoo, ji rojnameya Dagen Nyheter re axivî û li xwe mikur hat kir, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ew ne serketî ne. -
'Qanûna Kar' a nû ya Fransayê hat qebûlkirin
Qanûna Nû ya Kar a Fransayê, ku zêdeyî 5 meh in di rojevê de ye û her roj bi xwepêşandanan hat şermezarkirin, bi temamî bû qanûn. -
Civîna bilind a li dijî DAIŞ'ê: Brîtanya hejmara leşkerên xwe dike du qat
Civîna bilind a welatên kaolîsyona li dijî DAIŞ'ê tevlî dibin, li Washîngtonê dewam dike. Brîtanya Mezin ragihand, ji bo piştgiriya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê, ew ê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê bike du qat. -
Li Derya Spî 22 penaber mirin, piraniya wan jin in
Drama penaberên di ser Derya Spî re dixwazin derbasî Îtalyayê bibin her dewam e. Di operasyonên duh de 22 cenaze hatin dîtin ku 21 ji van cenazeyên jinan e. -
Dersînorkirina li Elmanyayê zêde bû
Li gorî endamên anketeke Ajansa Nûçeyan a Elman DPA li nava hikûmetên eyaleta pêk anî, di şeş mehên destpêkê yên îsal de hejmara penaberên hatine dersînorkirin an jî bi xwe ji Elmanyayê çûne, gelekî zêde ye. -
Fransayê qebûl kir ku li Libayêyê yekîneyên wê yên leşkerî hene
Hate ragihandin ku 3 leşkerên Fransî ku heta niha hebûna wan bi fermî nedihate ragihandin, di dema ‘’peywira xef’’ de hatin kuştin. -
Rojnamevanê Rûs di teqînekê de jiyana xwe ji dest da
Rojnamevanê Rûs Pavel Şeremet li paytextê Ûkrayna Kîevê, dema li wesayîtê siwar bû û dest bi ajotinê dikir, wesayîta wî teqiya û jiyana xwe ji dest da. -
Koreya Bakur: Me sîmulasyona êrîşa li dijî hedefên DYA yên li Başûr kir
Rêveberiya Koreya Bakur, ku ji ber ceribandinên xwe yên li ser çeka nukleerî di rojeva civaka navneteweyî de ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan sîmulasyona êrîşa nukleerî ya li hemberî hedefen DYA yê li Başûrê Koreyê kirine. -
Hezîrana herî germ
Li gorî pîvanekên dawî yên Daîreya Atmosfer û Okyanûsan a Neteweyî ya Amerîkayê (NOAA), ji sala 1880'ê û vir ve Hezîrana herî germ, îsal bû. -
Namzetiya Trûmp bi awayekî fermî hat erêkirin
Di hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê de, namzetiya Donald Trûmp a ji Partiya Komarparêzan bi rengekî fermî hat erêkirin. -
Rewşa lezgîn a li Fransayê bi 6 mehên din tê dirêjkirin
Pêkanîna 'Rewşa lezgîn' a ku piştî komkujiya 13'ê Mijdara 2015'an hat ragihandin û bi komkujiya Nice ya 14'ê Tîrmehê ve ji nû ve ket rojevê, bi 6 mehên din tê dirêjkirin. -
Hate gotin êrîşkarê li Elmanya ‘endamê DAÎŞ’ê ye’
Tê gotin penaberê Efgan ku duh li Wurzburgê ya Elmanya bi bivir û kêran di trênekê de êrîş bire ser rêwiyan endamê DAÎŞ’ê ye. -
Tevgera nîjadperest Pegîda bû partî
Tevgera Pegîda ku di dawiya sala 2014'an de l Elmanyayê weke dijberê koçberî û Îslamê derket holê, biryara partîbûnê da. Partiya 'Dijberiya Îslamê' wê 'nebe' hevrikê partiya rastgir-populîst AfD'ê.