Êrîşên AKP'ê yên li Awûstûryayê hikûmet aciz kir

Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, li ser banga Erdogan û rayedarên dewleta Tirk, komên faşîst daketin kolanên Awûstûryayê û êrîş kirin. Nerazîbûna li hemberî van êrîşan dewam dike.

Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Sebatîen Kûrz hişyariya "Dibe ku alîgirên Erdogan karibin li welatê xwe vegerin" dabû. Bandora vê hişyariyê dewam dike.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD), Sefaretxaneya Bilind a Tirk û Konsolosxaneyên Tirk li gelek deveran xwepêşandanên protestoyî lidar xistibûn. Van komên faşîst ên li ser banga AKP'yiyan li hev kom bûn, çend roj berê êrîşî restoranteke Kurdekî kirin. Li hemberî vê êrîşê, gelek nerazîbûn hatibûn nîşandan.

Roja Pêncşemê Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Tirk Hasan Goguş kir û tevî wergirtina agahiyan li ser qewimînên li Tirkiyeyê, her wiha der barê xwepêşandanên li Awûstûryayê de hişyarî da Sefîrê Bilind.

Li gorî agahiyên di medya Awûstûryayê de li ser hevdîtinê hatin kirin, bûyerên piştî hewldana darbeyê rû dane 'ne yên qebûlkirinê ne' û divê neyê fêmkirin ku darbe hemû polîtîkayên AKP'ê rewa dike.

AKP'YÎ HIŞYAR KIR: YÊ DIXWAZE DIKARE AWÛSTÛRYAYÊ BITERIKÎNE

Wezîrê Karên Derve Sebatîan Kûrz der barê bûyerên li Awûstûryayê de ji medyayê re axivî û hişyarî da ku ew nikarin xwe li êrîşên faşîst ên li welatê wan rû didin, rabigire. Kûrz ji bo xwepêşandanên êrîşkar ên li welatê wan rû da, nirxandina 'hêjayî pesindayînê nîne' kir û got, "Yên dixwazin bi siyaseta li Tirkiyeyê re eleqedar bibe, dikarin welatê me biterikînin."

Tê zanîn, Wezîrê Karên Derve Sebastîan Kûrz di heman demê de li dijî peymana penaberan a bi Tirkiyeyê re hatiye morkirin derketiye.