Rojnamevanê Rûs di teqînekê de jiyana xwe ji dest da

Rojnamevanê Rûs Pavel Şeremet li paytextê Ûkrayna Kîevê, dema li wesayîtê siwar bû û dest bi ajotinê dikir, wesayîta wî teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ajansa Spûtnîkê, rojnamevanê rojnameya Ukraynskaya Pravdayê Pavel Şeremet ê bi rexneyên xwe yên li hemberî nelirêtiya hikûmeta Ûkraynayê dihat nasîn, îro berê sibehê saet di 07.45'an de dema li wesayîta xwe siwar bû û motora wê şixuland wesayîtê teqiya. Şeremet di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da.

Şeremet di televîzyona rûsî ya dewletê de jî xebitîbû û ji sala 2012'an di rojnameya Ukraynskaya Pravdayê de li ser têkiliyên Rûsya, Ukrayna û Yekitiya Sovyetê gotar dinivîsandin.