Hate gotin êrîşkarê li Elmanya ‘endamê DAÎŞ’ê ye’

Tê gotin penaberê Efgan ku duh li Wurzburgê ya Elmanya bi bivir û kêran di trênekê de êrîş bire ser rêwiyan endamê DAÎŞ’ê ye.

Hate ragihandin, dîmenên beriya plana komkujiyê ya penaberê 17 salî di ajansake nêzî DAÎŞ’ê de hatiye parvekirin.

Di vîdeoyê de êrîşkarê Efgan bi Paştûyî daxive û xwe wekî, ‘’leşkerê Dewleta Îslamê’’ dide naskirin. Di vîdeoyê de tê gotin çete dixwaze, ‘’li Elmanya operasyoneke pîroz pêk bîne’’ û gefan dixwe ku Elmanya wê ji gelek aliyan ve êrîş were ser.

Duh bi şev di trêneke Wurzbergê de penaberekî Efganî yê 17 salî êrîş biribû ser rêwiyan û 20 kes birîndar kiribûn. Piştî ku trên hatibû sekinandin, kesê ku reviya ji hêla yekîneyên taybet ên Elman ve hatibû kuştin.