Fransayê qebûl kir ku li Libayêyê yekîneyên wê yên leşkerî hene
Hate ragihandin ku 3 leşkerên Fransî ku heta niha hebûna wan bi fermî nedihate ragihandin, di dema ‘’peywira xef’’ de hatin kuştin.
Hate ragihandin ku 3 leşkerên Fransî ku heta niha hebûna wan bi fermî nedihate ragihandin, di dema ‘’peywira xef’’ de hatin kuştin.
Wezîrê Parastinê Jean-Yves di daxuyaniya Le Drîanê de îdîayên der barê mirina 3 leşkeran de qebûl kir û mikur hat ku leşkerên wan ên Fransî li Libyayê hene.
Wezîr di daxuyaniyê de got li Libyayê 3 berbaz di dema ‘’peywira xef’’ de jiyana xwe ji dest dane û hate gotin, leşker ‘’Li dijî terorîzmê peywirên dijwar bi ser xistine.’’
Têkildarî leşkerên li Libyayê Serokkomar Françoîs Hollande jî daxuyanîyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, leşkeran dema ku xebatên sîxûrî dikirin jiyana xwe ji dest dane. Hollande diyar kir leşkeran di qezeya helîkoptêrê de jiyan xwe ji dest dane.
ÇAPEMENIYÊ DAXISTINA HELÎKOPTÊRÊ RAGIHADIBÛ
Di çapemeniya Fransiz de jî hatibû gotin, helîkoptêreke girêdayî berbazan a ’Yekîneyên taybet’’ ku li Bingaziyê peywirdar bûn, roja Şemiyê ji hêla milîtanên Îslamî ve hatiye xistin.
Li ser îdîayên berdevkê hikûmetê Stêphane Le , hebûna yekîneyan a li Libyayê qebûl kiribû, lê têkildrî mirinan ti agahî nedabû.
Herî dawî di Kanûna bihurî de, di nûçeyeke Le Fîgaro de, hatibû gotin Fransa li Libyayê xwe ji bo operasyoneke bejahiyê amade dike. Di nûçeya Sibatê ya Le Mondeyê de hatibû gotin li Libyayê yekîneyên xef hene, lê Wezareta Parastinê ji bo ku ‘’Razên dewletê eşkere kirine’’ lêpirsîn dabû destpêkirin.