Dersînorkirina li Elmanyayê zêde bû

Li gorî endamên anketeke Ajansa Nûçeyan a Elman DPA li nava hikûmetên eyaleta pêk anî, di şeş mehên destpêkê yên îsal de hejmara penaberên hatine dersînorkirin an jî bi xwe ji Elmanyayê çûne, gelekî zêde ye.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de, 396 hezar kesî li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirin, ku ev hejmar par di nav aheman demê de 477 hezar bû. Hejmara penaberên biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn, lê hê li Elmanyayê ne 220 hezar e.

DPA'yê daneyên hikûmetên eyaletan ragihand û diyar kir, hejmara mirovên hatine dersînorkirin û bi bernameyên vegerê berê xwe dane welatê xwe, gelekî zêde bûye.

Di mijara dersînorkirinê de eyaleta Sachsen a li rojhilat serkêşiyê dike. 2 hezar 245 penaber vegerand, ku ev hejmar li gorî salek beriya niha bi çar qatan zêde ye. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Sachsenê Markûs Ûlbîg îdîa kir ku ji ber Tûnis, Cezayîr û Fas hê di nava statuya 'welatên ewle' de nehatine bicihkirin, wê dersînorkirin di asta tê xwestin de nebe.

Di dersînorkirinê de, eyaleta Nordrheîn-Westfalen, ku yek ji pênc parên nifûsa tevahiya Elmanyayê lê dijîn, di rêza duyemîn de ye. Di 6 mehên destpêkê yên vê salê de 2 hezar 167 penaber hatin dersînorkirin, ev hejmar li gorî par bi rêjeya ji sedî 62'an zêde bû. Li vê eyaletê hejmara penaberên ji bo sûdwergirtina ji alîkariyên vegerê serlêdan kirine, gihîşt 8 hezar 356 kesî. Zêdeyî 2 hezar 600 penaberî biryar dan bi derfetên xwe vegerin welatê xwe.

Li eyaleta Bavyera jî, ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî penaberan tê naskirin, îsal 2 hezar penaber hatin dersînorkirin. Li Hambûrgê jî 420 penaber bi zorê li welatên xwe hatin vegerandin. Li gorî agahiyan, li Hambûrgê 1.600 penaberî ji bernameyên vegerê sûd girtine.

Li eyaletên Baden-Wurttemberg, Nîedersachsen, Berlîn û Hessenê, bi giştî 5 hezar 250 penaber hatine dersînorkirin. Li eyaleta Saarlandê 86, li Brandenbûrgê jî di sê mehên destpêkê de 60 penaber hatin dersînorkirin. Balkêş e li van her du eyaletan, li gorî eyaletên din hejmara penaberên hatine dersînorkirin gelekî kêm e.

Li Bavyerayê 6 hezar 200, li Hessenê 4 hezar 230 û li Nîedersachsenê jî 4 hezar 600 penaber bi xwe xwestine vegerin.