Namzetiya Trûmp bi awayekî fermî hat erêkirin
Di hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê de, namzetiya Donald Trûmp a ji Partiya Komarparêzan bi rengekî fermî hat erêkirin.
Di hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê de, namzetiya Donald Trûmp a ji Partiya Komarparêzan bi rengekî fermî hat erêkirin.
Di kongreya Partiya Komarparêzan a li Clevelandê de, ji bo fermîbûna namzetiya Trûmp, dengdan hat kirin. Trûmp wê li hemberî namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton tevlî hilbijartinê bibe.
Li gorî rêziknameya partiyê, divê biryara fermî ya namzetiya Trûmp sibe bê qebûlkirin.
Di hilbijartinên 8'ê Mijdarê de wê Trûmp û Hîllary Clînton ji bo serketinê li ber xwe bidin. Dueloya destpêkê ya her du namzetan a li televîzyonê wê di 29'ê Îlonê de li New Yorkê, di 9 û 19'ê Cotmehê de jî li St. Loûîs û Las Vegasê bê kirin.
Di 4'ê Cotmehê de jî wê namzetên alîkariya serok jî li Farmvîlleyê werin hemberî hev.
Li gorî anketên heta niha hatine kirin, wê namzeta Partiya Demokrat bi ser bikeve.