Civîna bilind a li dijî DAIŞ'ê: Brîtanya hejmara leşkerên xwe dike du qat

Civîna bilind a welatên kaolîsyona li dijî DAIŞ'ê tevlî dibin, li Washîngtonê dewam dike. Brîtanya Mezin ragihand, ji bo piştgiriya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê, ew ê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê bike du qat.

Di civîna bilind a li DYA de, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Mîchael Fallon diyar kir, hejmara leşkerên wan ên li Iraqê ku 250 ye, wê bikin 500.

Fallon da xuyakirin, ku leşkerên wan ên li Iraqê wê giraniyê bidin ser perwerdeya artêşa Iraqê û pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê. Fallon da zanîn, leşkerên nû jî dibe ku ji herêmên şer û operasyon lê hene, bên şandin. Fallon diyar kir, ev leşker wê di hefteyên pêş de xwe bigihînin Iraqê.

Civîna bi beşdariya wezîrên karên derve û parastinê yên 30 welatên endamên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê, wê îro li Wezareta Karên Derve pêk were. Tê payîn, di vê civînê de li ser stratejiyên nû yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, biryarên nû bên girtin.

Balkêş e ev civîn, di demeke ku amadekarî ji bo rizgarkirina Mûsilê tê kirin de pêk tê. Ji nûnerên taybet ên Serokê DYA Barack Obama Brett McGurk jî diyar kir, armanca civîna bilind 'zêdekirina şensê serketinê' ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye.

Der barê wergirtina Mûsilê de DYA hefteya derbasbûyî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, ku wê 560 leşkerên din bişîne Iraqê.