CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Komarparêz hewl didin pêşî li Trûmp bigirin
Di hilbijartinên serokatiyê yên DYA de, namzetê ku bi gotin û rêbaza xwe herî zêde tê nîqaşkirin Donald Trûmp e. Nerazîbûna li hemberî Trûmp a di nava partiyê de zêde dibe. -
Zerara DAIŞ'ê daye Fransayê 3 mîlyar Euro ye
Li Fransayê, ku di nava 9 mehên dawî de zêdeyî 200 kesî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dane, êrîşên terorîstî derbeke giran li tûrîzmê xistine. -
Di xwepêşandanên Etîyopyayê de bi kêmanî 50 kes mirin
Tê gotin di xwepêşandanên dijî hikûmetê de ku van demên dawî zêde bûbûn, li Etîyopyayê bi kêmanî 50 kes mirin. -
Li Pakîstanê êrîş: Bi dehan kes mirin
Li paytexta Eyaleta Belûcîstan Kûettayê, ji ber teqînekê herî kêm 30 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Helebê êrîşa hewayî
Li Helebê, li hemberî komên çete yên dibêjin wan dorpêçiya hêzên rejîmê şikandine, êrîşek berfireh a hewayî tê kirin. -
Li Makedonyayê lehî rabû: Herî kêm 21 kes mirin
Li welatê Balkanan Makedonyayê lehî rabû û ji ber ê karesatê herî kêm 21 mirin. -
Nerazîbûna li muzakereyên bi Tirkiyeyê re zêde dibe
Beşeke girîng a gel û siyasetmedarên li Elmanya û Awûstûryayê dixwazin, muzakereyên ji bo endametiyê bi Tirkiyeyê re tên meşandin, derhal bên betalkirin. -
Engels hat bîranîn
Mamosteyê mezin ê proleteryayê Frîedrîch Engels di salvegera 121. a mirina xwe de li Wûppertalê hat bîranîn. -
Li DYA'yê pirsgirêka peydakirina karkeran rû dide
Yek ji du namzetên girîng ên hilbijartinên meha Mijdarê yên DYA Donald Trûmp, mijara xebatkarên koçber gelekî bilêv dike. Lê belê hejmar û daneyên heyî, rastiya berevajî îdîayên Trûmp radixe pêş çavan. -
Guman heye ku êrîşa li Belçîkayê êrîşeke terorîstî be
Li bajarê Charleroî ya Belçîkayê, duh kesekî bi kêrê êrîşî polîsên jin kir û hat kuştin. Guman heye, ku pêwendiya vî êrîşkarî Îslamiya tund hebe. -
Li Helebê di hefteyekê de 500 kes hatin kuştin
Li Helebê di şerê di ne havbera hêzên rejîmê, El Nûrsa û komên din de, di nava hefteyekê de bi kêmanî 500 kes hatin kuştin -
Li dijî lîderê Lûganskê Plotnîtskiy sûîqest
Li hember Lîderê Komara Gel a Lûganskê Îgor Plotnîtskiy ku serxwebûna xwe yek alî îlan kir, êrîşek bombeyî hate lidarxistin. -
Rheinmetall têkîldarî hilberîna tankan bi Tirkiyeyê re dimeşe
Ji ber bûyerên li Tirkiyeyê, li ser hikûmeta Elmanyayê rexne pêş dikevin, berhemdêrên çekan ên Elman jî bi bêdengiyek mezin ketine nav lêgerînan ku çekan bifroşin Tirkiyeyê. -
Li Fransayê şewat: 13 mirî
Li bajarê Roûen ê Fransayê agir bi barekê girt, herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Brezîlyayê bi olîmpiyatan re operasyonên polîsan jî destpê kirin
Tê zanîn ku beriya Lîstikên Olîmpiyatan ên li bajarê Rîo yê Brezîlyayê, rêxistinên sûcê xebatên xwe zêde dikin, gelek polîsan jî bi ser gelek nuqteyan de operasyonên mezin dan destpêkirin. -
DYA 8 hezar penaber qebûl kirin
Dewletên Yekbûyî ya Amerîka da xuyakirin ku ji deh hezar penaberên ku wê qebûl bike, heta niha nêzî 8 hezarî derbasî welêt bûne. -
Li Fransayê tevahî aktîvîteyên havînî hatin betalkirin
Piştî komkujiya li Nicê ku 14’ê Tîrmehê dema pîrozbahiyên Şoreşa Fransa hat kirin û 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, tê ragihandin ku li gelek bajarên Fransayê aktîvîteyên havînî hatine betalkirin. -
BM: Li Hawîce 3 hezar sîvîl di destê DAÎŞ’ê de ne
Hat ragihandin ku çeteyên DAÎŞ’ê li Hawîce ya nêzî Kerkûkê ku hê jî dibin dagirkeriya wan de ye bi hezaran sîvîl rehîn girtine. -
Îdîa: Êrîşên li Elmanya ji Erebîstana Siûdî hatine birêvebirin
Tê îdîakirin ku kesên êrîşên li Ansbach û Wurzbûrgê yên Elmanya kirine, di ser çend kesên li Erebîstana Siûdî bi DAÎŞ’ê re hatine têkildarkirin. -
Li Polonyayê, spekulasyonên li ser zêrên Nazî wê bên lêkolînkirin
Li Polonyayê, ev saleke li ser trenek ku tê gotin zêrên Nazî tê de ne, spekulasyon tên kirin. Ev îdîa taliyê tê lêkolînkirin. -
Qanûna Kar a Fransayê ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve jî hat qebûlkirin
‘Reform’ên li Qanûna Kar a Fransayê, ku bi mehan hat şermezarkirin, ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve jî hat erêkirin. -
Elmanya wê sînorên xwe negire
Li Elmanyayê, piştî ku du kesên pêwendiya xwe bi DAIŞ’ê re hene hewl dan komkujiyê bikin, li ser girtina sînorên vî welatî nîqaşê destpê kiribû. Ev nîqaş qediya. -
Partiya Çep a Swêdê: Li hemberî Tirkiyeyê danekirin divê
Lînde xwest, peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan bê betalkirin û muzakereyên li endametiya Tirkiyeyê bên sekinandin. -
Bi sedan penaberan polîtîkaya penaberiyê ya Swêdê şermezar kirin
Bi sedan penaber ji bajarên cuda yên Swêdê hatin Stockholmê û duh êvarê li meydana li pêşberî parlamentê xwepêşandanek lidar xistin. Di çalakiyê de polîtîkaya penaberiyê ya Swêdê hat şermezarkirin. -
Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê Îtalya baregehên xwe ji DYA re veke
Îtalyayê ragihand, ew dikarin baregehên xwe yên hewayî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re vekin, ku çend roj berê li Lîbyayê ji hewayê li hedefên DAIŞ’ê xistibû.