CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Konseya Dewletê ya Fransayê biryara rawestandina qedexeyên burkînî da
Qedexeya burkînî ya ji bo ku bajarên ber behrê hatibû dayin û bi hefteyan e li Fransayê mijara nîqaşan bû, ji hêla organê herî rajor Konseya Dewletê ve bi demdemî hate rawestandin. -
Polîsên Skoç eger bixwazin wê karibin serê xwe binixumînin
Li Fransayê, ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê yên vê dawiyê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, nîqaşên populîst ên li ser kincên jinên Misilman dewam dikin. Lê li Skoçyayê di vî warî de gaveke cuda hat avêtin. -
Tirkiye Ewropayê sûcdar dike, lê YE 2,2 mîlyar euro şandiye Tirkiyeyê
Di nava çend mehên dawî de, Yekîtiya Ewropa (YE) û hikûmeta AKP'ê di mijarên Peymana li ser Penaberan û serbestiya vîzeyê de, li ber hev radibin. Lê rastî nîşan dide, ku rewş ne bi vî rengî ye. -
'Reforma Civakî' ya Clînton di nava 20 salan de hejmara xizanan kir du qat
Bîll Clînton ê li Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê di salên 90'î de serokatî kir, li qada civakî hin reform pêk anîbû. Encamên giran ên van polîtîkayên civakî yên Clînton, hê nû eşkere dibin. -
Kerry û Lavrov sibe li Cenevreyê li hev rûdinên
DYA û Rûsya hê jî îdîa dikin ku dikarin ji çirava şerê li Sûriyyê re çareseriyeke siyasî bibînin. Bi vê armancê wê wezîrên karên derve yên her du welatan sibe li Cenevreyê li hev bicivin. -
Erdheja li Îtalyayê: 240 mirî, gelek winda
Li gorî bîlançoya awî ya erdheja duh danê sibehê li Îtalyayê rû da, herî kêm 240 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê dibetiya jiyanê
Li gorî agahiyên di gotareke kovara Natûre de hat weşandin, li gerstêrkek bi navê Proxîma B a bi 4,2 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e û li derveyî Sîstema Rojê ye, dibe ku jiyan lê hebe. -
Roja dîrokî ya Kolombiyayê: Li ser Peymana Aştiyê li hev hat kirin
Li Kolombiyayê, ji bo qedandina şerê navxweyî yê zêdeyî 50 salan dewam dike, peymana aştiyê ya dîrokî hat amadekirin. -
Li Îtalyayê hejmara miriyan ji 120'î bihurî
Li Îtalyayê ji ber zelzeleya ku dijwariya wê 6,2 ye, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane herî kêm 120 in. -
Bîlançoya erdheja li Îtalyayê: Herî kêm 38 kes mirin
Di erdheja danê sibehê ya li herêmên navîn ên Îtalyayê de herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene, ku bîlanço girantir bibe. -
Aloziya Îran-Siûdî li pêşiya polîtîkaya hevpar asteng e
Welatên hilberînerên petrolê, ku aboriya wan bi giranî xwe dispêre petrolê, hewl didin buhayê petrolê zêde bikin, lê nikarin. Di mijara polîtîkaya li ser bisînorkirina hilberîna petrolê de, bandora Îranê zêde ye. -
Terora DAIŞ'ê derb li tûrîzma Fransayê xist
DAIŞ'ê ku ji Mijdara 2015'an û vir ve gelek caran li Fransayê komkujî kir, xisareke mezin li tûrîzma vî welatî kir. -
Serokê populîst hat ser kar, polîsan di nava 50 rojî de 756 kes kuştin
Li Fîlîpînan, ku muzakereyên aştiyê yên bi gerîlayên komunîst re tên meşandin di hefteyên dawî de bi pêş ve çûne, tedbîrên polîsî yên rêveberiya zordar rê li ber mirina bi sedan kesî vekir. -
Partiya Çep ji Merkel xwest, li pêşberî êrîşên li hemberî Rojava bêdeng nemîne
Seroka Koma Meclîsê ya Dîe Lînke Sahra Wagenknecht, polîtîkaya Merkel û hikûmeta Elman a têkildarî Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û hişyarî da, ku ev siyaseta temaşeker, ji aliyê Erdogan ve weke erêkirina dîktatoriyê tê fêhmkirin. -
Artêşa Iraqê bajarokê Giyara ji çeteyan stand
Artêşa Iraqê piştî operasyona ku danê sibehê dabû destpêkirin, bajarokê Giyara yê girêdayî navçeya Mexmûrê bi temamî ji çeteyan stand. -
Swîsre wê 'cîhadîst'an ji welatîbûnê derxîne
Swîsre amadekariyan dike ku 'cîhadîst'an û kesên ku sûcê şer kirine ji welatîbûnê derxîne. Swîsre kesên ku îspat bûye bi rêxistinên terorîst ên Îslamî re di nav têkiliyê de ne û tevlî çalakiyên tundrew bûne wê ji welatîbûnê derxîne. -
Dostê dewlemendan Sarkozy jî namzet e
Lîderê rastgir Nîcolas Sarkozy, ku di navbera salên 2007-2012'an de Serokkomarê Fransayê bû, da xuyakirin ku ew ê di pêşhilbijartinên li nava partiya xwe de namzet be. -
Elmanya, Îtalya û Fransa wê giraniyê bidin ser ewlekariyê
Elmanya, Îtalya û Fransayê, ji bo 'xurtkirina' sîstema ewlekariyê ya li Ewropayê, biryarên hevpar dan. -
Bi tenê yek ji pênc Ewropiyan koçberiyê 'erênî' dibînin
Li gorî lêkolîna Estîtuya Ipsosê a li 22 welatan hat kirin, piştî pêla par a koçberiyê, li hemberî koçberan nêrîneke neyînî derket holê. -
Îsraîlê ji hewayê ve li 30 nuqteyên Gazeyê xist
Îsraîlê ji hewayê ve li 30 nuqteyên Gazeyê xist. Li gorî agahiyên ber dest, ji ber van êrîşan 2 sivîl birîndar bûne. -
Li Iraqê 36 kesên ji qetilkirina 1700 xwendevanan berpirsyar hatin darvekirin
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê Wezareta Edaletê yê Iraqê ve hat dayîn ragihand ku 36 kesên ku berpirsyarin ji qetilkirina xwendevanên Akademiya Hêza Hewayî ku di sala 2015’an de hatin qetilkirin, hatin darvekirin. -
Li Tûnisê hikûmeteke nû ya ji gelek partiyan ava bû
Li Tûnisê, ku ji sala 2011'an û vir ve aramî lê nîne, bi serokwezîrtiya Yûssef Şahed desteyeke nû ay wezîran ava bû. Li nava vê desteyê 8 jin û gelek ciwan hene. -
Her yek ji sê hilbijêrên Awûstûryayî wê deng bide nîjadperestiyê
Di anketên dawî yên beriya hilbijartinên li Awûstûryayê de derket holê, ku her yek ji sê hilbijêrên Awûstûryayî deng dide partiya FPO ya nîjadperest. Rêjeya giştî ya dengên hevalbendên desthilatdariyê jî ji sedî 45 e. -
Şerê li Afganîstanê dijwar dibe
Li Afganîstanê ya şerê dijwar di navbera yekîneyên artêşê û Talîbanan de derketî dewam dike, hat diyarkirin ku herêma ku dikeve Bakûr ketiye destê Telîbanan. -
Li Filîpînê di navbera gerîlayên komînîst û hikûmetê de biyara agibestê
Li Filîpînê ya ku ev nêzî 40 sal in ku şerê navxweyî dewam dike, di navbera hikûmet û gerîlayên komînîst de bi agirbestekê li hev hatin.