'Reforma Civakî' ya Clînton di nava 20 salan de hejmara xizanan kir du qat

Bîll Clînton ê li Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê di salên 90'î de serokatî kir, li qada civakî hin reform pêk anîbû. Encamên giran ên van polîtîkayên civakî yên Clînton, hê nû eşkere dibin.

Pisporên lêkolîna civakî Lûke Shaefer ji The Interceptê re axivî û diyar kir, Paketa Reforma Civakî Bîll Clînton di sala 1996'an de xist meriyetê û alîkariyên civakî gelekî kêm kir, hejmara xizanan bi du qatan zêde kir.

Schaefer da xuyakirin, ku ji hingî ve bi mîlyonan dayikên neçar man e zarokên xwe bi tenê mezin bikin, dest bi kar kirine, lê belê nayê zanîn bê ev yek encama vê polîtîkaya reformê ye yan na. Schaefer da zanîn, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), 1.5 mîlyon malbat rojane xwe bi hatineyek kêmî 2 dolarî xwedî dikin û diyar kir, 3 mîlyon zarokên van malbatên gelekî xizan hene.

Li gorî heman pisporî, li gorî sala 1996'an rêjeya xizanan bi du qatan zêde bûye.

YA KU KOMARPARÊZAN NEKARÎBÛN BIKIN, CLÎNTON KIR

Bîll Clînton ê di sala 1993'an de dest bi wezîfeya serokatiya DYA kir, Paketa Reforma Civakî, ku gelek malbat ji alîkariyên civakî bêpar hişt, xist meriyetê. Clînton wê demê gelekî dihat rexnekirin ku weke demokratekî bi giranî polîtîkayên komarparêzan dimeşîne.

JI BO ELMANYA JÎ BÛBÛ MÎNAK Û HEJMARA XIZANAN LI WIR JÎ ZÊDE BÛBÛ

Ji ber ku vê reforma li DYA di demeke kurt de hin encamên erênî bi xwe re anî, li hin welatên wele Elmanyayê jî ket meriyetê. Gerhad Schroder ê di sala 1998'an de dest bi wezîfeyê kir, di destpêka salên 2000'î de li gorî sîstema li DYA, qanûnên Hartz qebûl kir.

Li Elmanyayê, tevî ku ji hingî ve rêjeya bêkariyê kêm bû be jî, zêdeyî 8 mîlyon kes li karên bi mûçeyekî kêm dixebitin. Li Elmanyaya ku ji Clînton sûd wergirt, 15 mîlyon xizan hene.