Îsraîlê ji hewayê ve li 30 nuqteyên Gazeyê xist
Îsraîlê ji hewayê ve li 30 nuqteyên Gazeyê xist. Li gorî agahiyên ber dest, ji ber van êrîşan 2 sivîl birîndar bûne.
Îsraîlê ji hewayê ve li 30 nuqteyên Gazeyê xist. Li gorî agahiyên ber dest, ji ber van êrîşan 2 sivîl birîndar bûne.
Li gorî ajansên nûçeyan ên navneteweyî, ji aliyê Fîlîstînê 14 roket hatin avêtin û li bajarê Sderotê ketin. Piştre Îsraîlê bi tank û balafirên şer bersiv da. Tê gotin, di êrîşên hewayî de li gorî agahiyên destpêkê du sivîl birîndar bûne.
Di sala 2014'an de, di şerê navbera her du aliyan de herî kêm 2 hezar 100 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wê rojê û vir ve cara yekê ye êrîşeke ewçend berfireh tê lidarxistin.