CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyan li Somaliyê êrîş kirin: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
Di êrîşa çeteyên El Şebabê de ku li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê bi wesayîta bombebarkirî li dar xistin, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Balafirgeha Frankfûrtê sefer hatin betalkirin
Balafirgeha Frankfûrtê ya li Elmanyayê bi hinceta ewlehiyê hate valakirin. -
Ji bo ji nû ve avakirina Yemenê pêwîstî bi 16 mîlyar dolarî heye
Li Yemenê, ku di nava sal û nîvekê de ji ber şerê navxweyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, xisara giran a li welêt gelekî zêde ye. Li gorî Banka Cîhanê ji bo nû ve avakirina vî welatî pêwîstî herî kêm bi 15 mîlyar dolarî heye. -
Wezîrê 'hêja' yê Hollande ji bo hilbijartinên 2017'an îstifa kir
Li Fransayê, beriya hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2017'an, terka li Partiya Sosyalîst (PS) ketiye, diqelişe. -
Demokratên Xiristiyan wê polîtîkayên ewlekariyê bişidînin
Tê gotin, ji hevkarên desthilatdariya Elmanyayê partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU dixwazin qanûnên 'antî terorê' û krîmînal ên hîn bêhtir hişk derxînin. -
Libyayê çekên kîmyewî yên dawî jî şandin Elmanyayê
Di daxuyaniya Hikûmeta demkî ya Yekîtiya Neteweyî de hate ragihandin ku çekên kîmyewî yên dawî jî ji Elmayayê re hatine şandin. -
Di şerê navxweyî yê Yemenê de bîlanço giran e: Herî kêm 10 hezar kuştî
Hate ragihandin ku bîlançoya şerê mabeyna Hûsiyan û hêzên girêdayî hikûmeta Yemenê yê bi desteka Siûdiyê, ji yê tê zanîn hê zêdetir e. -
Medya Swêdê: Tirkiye li Sûriyeyê êrîşî Kurdan dike
Dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleat Tirk ve û êrîşa artêşê û çeteyên Tirk a li dijî Kurdan, cihekî berfireh di medya Swêdê de girt. -
Obama û Erdogan wê roja Yekşemê li hev rûnên
Rêveberiya Amerîkayê da xuyakirin, ku Serokê DYA Barack Obama wê roja Yekşemê li Çînê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûnê. -
Lûcy ji darê ketiye û mirî ye!
Tê gotin, Lûcy ku yek ji pêşiyên herî navdar ê Homo Sapîensîn e (mirovê hemdem), ji darê ketiye û jiyana xwe ji dest daye. -
Li medreseyeke li Pakîstanê 106 şagirt hatin binçavkirin
Polîsên Pakîstanê, 106 şagirtên Afgan ên li dibistaneke quranê ya li bajarê Qûetta dixwendin, girtin binê çavan. -
FIJ'ê ji bo rojnamevanên girtî bang kir
FIJ'ê bi wesîleya 30'ê Tebaxê ku Neteweyên Yekbûyî ji bo balê bikişîne ser rojnamevanên hatine revandin û windakirin ragihandiye, bi armanca ronîkirina aqûbeta 11 rojnamevanên winda, bang li welatan kir ku bikevin nava hewldanan. -
Mirovan cîhan derbasî serdemeke nû ya jeolojîk kirin
Zanyaran dan xuyakirin, ku mirovan cîhan derbasî serdemeke nû ya jeolojîk kirine. Tê gotin, ev serdema nû ya jê re Anthroposen tê gotin, di salên navîn ên sedsala 20'an de destpê kiriye. -
Di 'Roja Medenî, Wêrekî û Mirovahiyê' de xwepêşandana ji bo azadiya çapemeniyê
11 rêxistinên hunermend, nivîskar û rojnamevanên Swêdî, di 27'ê Tebaxê de ku weke 'Roja Medenî Wêrekî û Mirovahiyê' li Swêdê hat îlankirin, ji bo azadiya çapemeniyê li Stockholmê xwepêşandanek lidar xistin. -
Li peravên Sîcîlyayê 1.100 penaber hatin rizgarkirin
Zêdeyî hezar penaberên hewl didan ji Lîbyayê biçin Îtalyayê, li peravên Sîcîlyayê hatin rizgarkirin. -
Dîe Welt: Di nava şer de wê şerekî girantir rû bide
Ji rojnameya Dîe Welt a Elman Alfred Hackensberger da xuyakirin, ku Tirkiyeyê di bin navê Artêşa Azad de tevî çeteyên mîna Ahrar el Şam, di nava şer de rê li ber şerekî girantir vekiriye. -
Rojeva 2017 a partiyên çep û rast ên Fransayê
Li Fransayê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên Nîsana 2017'an, pêşbirka namzetiyê ya li nava partiyên rastgir û çep xurt dike. -
Drama penaberan a li herêma Calaîsê: Hejmara penaberan 10 hezar derbas kir
Hejmara penaberên li herêma Calaîs a Fransayê dijîn û dixwazin derbasî Îngilîstanê bibin, 10 hezar derbas kir. Tevî penaberên li bajarên li derdora vê herêmê, hejmar 12 hezar derbas kiriye. -
FARC'ê fermana agirbestê da gerîlayên xwe
Peymana aştiyê ya navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê, wê di referandûma 2'ê Cotmehê de pêşkêşî gel bê kirin. Fermandarê gerîla Tîmoleon Jîmênez jî ferman da hemû gerîlayan ku li gorî agirbestê tevbigerin. -
Çapemeniya cîhanê bi vî rengî cih da Cerablûsê
Têkoşîna li dijî êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk, ku li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tên kirin, di çapemeniya cîhanê de cih girt. Gelek saziyên çapemeniyê destnîşan kirin, ku Tirkiyeyê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê girantir kiriye. -
Peymana Aştiyê ya FARC'ê wê di Konferansa Neteweyî de bê erêkirin
Li Kolombiyayê coşa peymana aştiyê ya navbera gerîlayên FARC'ê û artêşê dewam dike, ku wê şerê 52 salan biqedîne. Ji bo erêkirina vê peymanê, gerîla amadekariya konferanseke berfireh dikin. -
Li DYA careke din êşa mirîşkan
Li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hate ragihandin ku vîrusa ku rê li ber êşa mirîşkan vekir û bû sedema mirina bi deh mîlyonan heywanên pînikê careke din derketiye holê. -
Di roja duyemîn a doza Roûsseff de şahid axivîn
Doza Serokê Dewletê Dîlma Roûsseff ê li Brezîlyayê wezîfeya wî hatiye rawestandin, di roja duyem de bi gengeşiyê derbas bû. -
Bîlançoya zelzeleya li Îtalyayê: 281 mirî, bi dehan windahî
Li Italyayê ji ber zelzeleya roja Çarşemê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 281’ê, tê ragihandin ku di nav xirbeyan de hê jî gelek kes hene. -
Konseya Dewletê ya Fransayê biryara rawestandina qedexeyên burkînî da
Qedexeya burkînî ya ji bo ku bajarên ber behrê hatibû dayin û bi hefteyan e li Fransayê mijara nîqaşan bû, ji hêla organê herî rajor Konseya Dewletê ve bi demdemî hate rawestandin.