Medya Swêdê: Tirkiye li Sûriyeyê êrîşî Kurdan dike

Dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleat Tirk ve û êrîşa artêşê û çeteyên Tirk a li dijî Kurdan, cihekî berfireh di medya Swêdê de girt.

Ajansa Nûçeyan a Swêdê (TT) êrîşa artêş û çeteyên Tirk a li dijî hêzên YPG'ê û bombekirina hin gundan bi serenavê "Tirkiye li Sûriyeyê êrîşî Kurdan dike" ragihand. 

Rojnameya aftonbladet ku zêdeyî 800 hezarî li Swêdê tê firotin, di sernivîsa xwe de, ku bi sernavê "Tirkiye dixwaze Kurdan bieciqîne" weşand, dibêje, tevlîbûna Tirkiyeyê ya li nava şerê li Sûriyeyê wê şer girantir bike. Rojname ji bo pirsa "Tirkiye çima vê dike?" vê bersivê dide:

"Erdogan bi ti awayî naxwaze li dijî Dewleta Îslamê şer bike, lê wî bi xwe ragihand, ku êrîşa wan li dijî milîsên Kurd e. Gelek mûxalîfên Tirk û pisporên polîtîka derve jî dibêjin, armanca esasî ya êrîşê ev e. Dewleta Îslamê ji bo ketin nava xaka welatê cîran, bahane ye."

Di gotarê de hat bibîrxistin, ku gelek rojnamevan li Tirkiyeyê hatine girtin ji ber ku çekên ji çeteyan re hatin şandin eşkere kirin û hat destnîşankirin, ku serketina YPG'ê ya li hemberî terorîstan û ragihandina Xweseriya Demokratîk a Kurdên li Rojava, Erdogan tirsandiye.

Di gotara bi îmzeya Somar Al Naher de hat ragihandin, dagirkirina Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, rêya aştiyê nîne û hat got, "Divê Erdogan ji nû ve li diyalog û muzakereyê vegere. Şîdetê heta niha rê li ber şîdeteke dijwartir vekir."

ÊRÎŞ LI DIJÎ KURDAN E

Rojnameya Dagens Nyheter jî di nivîsa xwe ya sereke de bi sernavê "Kurd li dijî Kurdan e" mijar ragihand û diyar kir, dagirkeriya Tirkiyeyê, rewşa li herêmê bêhtir tevlîhev kiriye. Rojnameyê destnîşan kir, ku armanca Tirkiyeyê ne şerê li dijî DAIŞ'ê ye, armanc pêşîgirtina li hêzên Kurd e ku nehêle vê derê bi dest bixin.

Di gotarên li ETC û organên din ên medya nivîskî de hat gotin, Tirkiye bi dagirkirina Sûriyeyê dixwaze pêşî li xurtbûna Kurdan û bidestxistina statuyê bigire.