Çeteyan li Somaliyê êrîş kirin: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
Di êrîşa çeteyên El Şebabê de ku li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê bi wesayîta bombebarkirî li dar xistin, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di êrîşa çeteyên El Şebabê de ku li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê bi wesayîta bombebarkirî li dar xistin, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bîlançoya êrîşa çeteyên El Şebabê yên li dijî 2 otelên ku li paytext Mogadîşûyê û nêzî Qesra Serokdewletê ye, her ku diçe girantir dibe. Li gor agahiyên polîsê Mogadîşûyê Mohamed Abdullah, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmara birîndaran jî zêdetirî 50 ye.
Wezîrê Enformasyonê yê Somaliyê Mohamed Abdî Hayir jî got çeteyên El Şebabê bi êrîşa wesayîta bombebarkirî ve wezîfedarên ewlehiyê hedef kirine. Wezîr diyar kir ku di otela SYL’ê de ku bibû hedefa êrîşê, wezîrek û hin rojnamevan jî birîndar bûne.
Di êrîşên din ên çeteyên El Şebabê de ku hefteya bihurî li dar xistibûn, 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.