Wezîrê 'hêja' yê Hollande ji bo hilbijartinên 2017'an îstifa kir
Li Fransayê, beriya hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2017'an, terka li Partiya Sosyalîst (PS) ketiye, diqelişe.
Li Fransayê, beriya hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2017'an, terka li Partiya Sosyalîst (PS) ketiye, diqelişe.
Wezîrê Aboriyê Emmanûel Macron ku weke yek ji nûnerên polîtîkayên lîberal ên li nava desthilatdariyê tê naskirin, îstifa kir. Tê payîn ku Macron di hilbijartinên sala 2017'an de namzet be.
Macron ku ji sala 2014'an û vir ve di dema Serokkomariya Françoîs Hollande de li nava desthilatdariya PS'ê bi erka Wezareta Aborî, Pîşesazî û Aboriya Dîjîtal rabû, di nava hikûmeta ku tê rexnekirin ji aliyê çep ve dûr dikeve, weke wezîrê herî zêde li aliyê rastê disekine, dihat naskirin. Macron beriya niha bi çend mehan tevgereke bi navê 'En Marche' ragihandibû û ev gav weke amadekariya hilbijartinên 2017'an hatibû dîtin.
Macron duh piştî nîvro îstifaya xwe radestî Serokkomar Hollande kir û di bernameyeke qenala TF1 de armancên xwe yên têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê vegot. Macron da xuyakirin, ku eger pêşniyarên çareseriyê yên tevgera En Marche di meha Cotmehê de eşkere bike bersiva xwe ji gel bibîne, ew ê bibe namzet.
Eger Emmanûel Macron ê 38 salî bibe namzet, tê texmînkirin wê wê karibe dengên hilbijêrên li navendê û rastgiriyê bigire. Lê di nava hilbijêrên PS û partiya çep de bi erênî nayê dîtin. Dihat rexnekirin ku Macron di gelek qanûnên amade kiriye de, karsaz esas girtiye.