Di 'Roja Medenî, Wêrekî û Mirovahiyê' de xwepêşandana ji bo azadiya çapemeniyê
11 rêxistinên hunermend, nivîskar û rojnamevanên Swêdî, di 27'ê Tebaxê de ku weke 'Roja Medenî Wêrekî û Mirovahiyê' li Swêdê hat îlankirin, ji bo azadiya çapemeniyê li Stockholmê xwepêşandanek lidar xistin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
sêşem, 30 gelawêjê 2016, 07:04
Federasyona Rojnamevanên Swêdê, Kulûba PEN a Swêdê, Federasyona Şano, Komeleya Derhêneran, Federasyona Wênevanan û Sendîkaya Nivîskaran jî di nav de 11 rêxistinên hunermend, nivîskar û rojnamevanan di 'Roja Medenî Wêrekî û Mirovahiyê' de ji bo azadiya çapemeniyê li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek lidar xistin.
Serokê Federasyona Rojnamevanan Jonas Nordlîng da xuyakirin, ku li gelek welatên cîhanê êrîş li azadiya çapemenî û ramanê tên kirin û anî ziman, her sal bi qasî 100 rojnamevan bi giranî li welatên şer lê hene, tên kuştin. Nordlîng diyar kir, bi sedan rojnamevan jî tên girtin û got, "Li cihê rojnamevaniya azad lê nebe, demokrasî nikare serdest be."
Li ser navê Sendîkaya Nivîskarên Swêdê Mîchael Ostlûnd bal kişand ser zêdebûna bûyerên binpêkirina azadiya çapemenî û ramanê li gelek welatên cîhanê û anî ziman, li welatên bi dîktatoriyê tên birêvebirin, ev meyl zêde ye. Ostlûnd di vî warî de işaret bi Tirkiyeyê kir.
DI NAVA 12 SALÊN DAWÎ DE LI MEKSÎKAYÊ 78 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN, 11 JÎ WINDA NE
Ostlûnd da xuyakirin, ku rewşeke neyînî ya li cîhanê her dewam dike, kuştina rojnamevanan e û da zanîn, çeteyên krîmînal û rastgirên tund êrîşên dibin sedema mirina rojnamevanan dikin. Ostlûnd da xuyakirin, ku ji sala 2004'an û vir ve li Meksîkayê 78 rojnamevan hatine ukştin, 11 jî winda ne.
PÊWÎSTIYA HUNERMENDAN BI PIŞTGIRIYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE
Seroka Duyemîn a Federasyona Şanoyê Mîna Krog diyar kir, tevî ku ew li Swêdê bi rengekî azad her lîstikê dilîzin û fîlman amade dikin jî, li her devera cîhanê heman maf ji hempîşeyên wan re nayê dayîn. Krog ragihand, pêwîstiya derhêner û hunermendên neçar dimînin di nava zext û zordariyê de karê xwe bikin, bi piştgiriya navneteweyî heye.
Li ser navê Federasyona Neteweyî ya Hunermendan Anders Persson diyar kir, ji ber zext û gefên tên xwarin, hunermend neçar dimînin nasnameya xwe ya rastî veşêrin. Persson da xuyakirin, ku ji bo pêşîgirtina li vê rewşê erk dikeve ser milê hikûmetan û gel.
AZADIYA RAMANÊ YA 4 MÎLYAR MIROVAN NÎNE
Persson di dewama axaftina xwe de got, li cîhanê 4 mîlyon mirov ji mafê bilêvkirina nêrînên bêpar in û pêşniyar kir, ku li hemû paytextên welatan, meydanek bê destnîşankirin ku mirov karibin li van meydanan bi rengekî azad nêrînên xwe bilêv bikin.
DI FESTÎVALÊN LI TIRKIYEYÊ DE FÎLM TÊN QEDEXEKIRIN
Ji Federasyona Fîlmkarên Serbixwe Karîn Ekberg jî da xuyakirin, ku mîna rojnamevan û nivîskaran, çêkerên fîlman û hunermendên fîlman jî dibin hedefa zext û gefan û anî ziman, tevî van zextan fîlmên wan tên qedexekirin ku li festîvalan werin nîşandan. Ekberg têkildarî vê jî, qedexekirina fîlmê li ser jiyaan gerîlayên HPG'ê mînak nîşan da, ku li Festîvala Fîlman a Stenbolê nehat nîşandan.
Di çalakiyê de her wiha Serokê Federasyona Rojnamevanên Swêdê Jonas Nordlîng, ji bo welatiye Swêdê rojnamevan Dawît Îsaak ê 15 sal in li Erîtreyê girtî ye, bang li hikûmeta Swêdê kir ku dawî li bêdengiya xwe bîne û ji bo serbest berdana Îsaak bikeve nava hewldanan.