Di şerê navxweyî yê Yemenê de bîlanço giran e: Herî kêm 10 hezar kuştî
Hate ragihandin ku bîlançoya şerê mabeyna Hûsiyan û hêzên girêdayî hikûmeta Yemenê yê bi desteka Siûdiyê, ji yê tê zanîn hê zêdetir e.
Hate ragihandin ku bîlançoya şerê mabeyna Hûsiyan û hêzên girêdayî hikûmeta Yemenê yê bi desteka Siûdiyê, ji yê tê zanîn hê zêdetir e.
Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Yemenê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jamîe McGoldrîck, got hejmara kuştiyên di şerê navxweyî de ku berê 6 hezar û 400 hatibû ragihandin, herî kêm 10 hezar e. McGoldrîck bal kişand ku ev hejmar ji nexweşxaneyên li welêt girtine û dibe ku hejmara rast hê mezintir be, destnîşan kir ku ji ber şerê navxweyî yê 18 mehan, kêmahî 3 mîlyon kesî dest ji cih û warê xwe berdane.
Li gor agahiyên Koordînatorê NY, 200 hezar kesî dest ji welatê xwe berdaye û di asta penaberan de hatine qebûlkirin.
McGoldrîck anî ziman ku li welatê ku nifûsa wê 26 mîlyon e, hê jî hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hene 14 mîlyon in, destnîşan kir ku pirsgirêkek cîdî ya xurekan heye.
Mîlîsên Şîî yên Hûsî di Çileya 2015’an de paytext Sanaa girtibûn û Serokê Dewletê Mansûr el Hadî sirgûn kiribûn. Yekîneyên girêdayî Hadî jî destek dabûn Koalîsyona Ereban ya di pêşengiya Erebîstana Siûdî de û şer hê dijwartir bibû.
Tenê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Erebîstana Siûdî bi sedan jin û zarok hatibûn qetilkirin.