Li DYA careke din êşa mirîşkan
Li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hate ragihandin ku vîrusa ku rê li ber êşa mirîşkan vekir û bû sedema mirina bi deh mîlyonan heywanên pînikê careke din derketiye holê.
Li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hate ragihandin ku vîrusa ku rê li ber êşa mirîşkan vekir û bû sedema mirina bi deh mîlyonan heywanên pînikê careke din derketiye holê.
Di daxuyaniyê de ku ji hêla Wezareta Çandiniyê ya Federal hate kirin, hate gotin ku vîrusa bi tîpa H5N2 di werdekek kûvî de hatiye tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev vîrusa ku rê li ber êşa mirîşkan vedike herî dawî Hezîrana 2015’an hatibû dîtin, hate gotin rîska ku mirov bi vê êşê bikevin gelekî biçûk e.
Hate destnîşankirin ku ji bo mijûlkarên çiftlik û heywanên pînikê ji nû ve protokolên ewlehî û paqijiyê di ber çavan re derbas bikin hişyarî hatiye kirin.
Sala bihurî piştî êşa mirîşkan, li DYA nêzî 50 mîlyon heywanên pînikê mirin. Piştî vîrusê xwe dabû der, di serî de Çîn, gelek welat derhanîna goştê heywanên pînikê ya ji DYA’yê rawestandibûn.