CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di Civîna YE de mijarên parastin û ewlehiyê li pêş in
Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE), li paytexta Slovakya Bratîslavayê bêyî Brîtanya li hev civiyan, hedefa esasî ya civînê jî ew e ku piştî qutbûna Brîtanya ‘ji nû ve kontrol bê sazkirin’. -
Çînê di projeya stasyona fezayê de gaveke din avêt
Komara Gel a Çînê lez da xebatên xwe yên ji bo avakirina stasyonekê li fezayê. Tê payîn ku Çîn di nava 10 salên pêş de bibe yekane welatê li fezayê stasyoneke xwe ya timî heye. -
Bi sed hezaran penaber li Lîbyayê li benda çûyîna Ewropayê ne
Brîtanyayê pêşniyar kir, ku penaberên hewl didin ji Derya Spî derbas bibin, li Lîbyayê werin vegerandin. Tê gotin, di rewşa heyî de bi sed hezaran penaber li Lîbyayê li benda çûyîna Ewropayê ne. -
Di bûyerên li Fransayê de bi dehan çalakger hatin binçavkirin
Di xwepêşandanên duh ên li Fransayê de, ku sed hezaran karker tevlî bûn, şer derket. Di bûyeran de gelek kes birîndar bûn û 32 xwepêşandêr hatin binçavkirin. -
Komkujiya Nîce fikara 'terorîzm' û şerê civakî' di nava ciwanan de zêde kir
Li gorî anketa malpera bi navê Generatîon What, ku nêrînên ciwanên li welatên Ewropayê yên li ser mijarên cuda dinirxîne, di mehên dawî de tirsa 'terorîzmê' di nava ciwanan de zêde bûye û baweriya bi polîsan jî kêm dibe. -
Li dijî Qanûna Kar a li Fransayê roja çalakiyan a neteweyî
Li dijî Qanûna Kar a li Fransayê, ku mafên bi mîlyonan karkeran ji dest digire, îro li gelemperiya welêt wê meş û greva giştî bên lidarxistin. -
'Kêmbûna mezinbûnê wê pirsgirêkên civakî û aborî kêm bike'
Li gorî raporeke Klûba Roma, ji bo avakirina cîhaneke xwedî siberojeke baş, pêwîste mezinbûn bê kêmkirin û hatiya neteweyî bi rengekî ku hîn bêhtir mirov karibin jê sûdê werbigirin, bê parvekirin. -
Tê payîn, partiyên CDU û CSU ji hev cuda tevlî hilbijartinê bibin
Nîqaş tê kirin, ku partiyên yekîtiya Xiristiyan ên li Elmanyayê li ser desthilatdariyê ne, ji hev cuda tevlî hilbijartinê bibin. Dengên van her du partiyan roj bi roj kêm dibin. -
YE di nava salekê de bi tenê 4.700 penaber qebûl kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) soz da bû ku 160 hezar penaberan ji Îtalya û Yewnanîstanê werbigire û li welatên endam belav bikin. Lê belê bi tenê 4 hezar 700 penaber ji aliyê welatên endam ve hatin qebûlkirin. -
Tê gotin navenda hilberîna çeka kîmyewî ya DAIŞ'ê hatiye rûxandin
Tê gotin, di encama êrîşên hewayî de, navendeke hilberîna çeka kîmyewî ya li Iraqê, ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de bû, hatiye rûxandin. -
Li Arjantînê meteorekî ji 30 tonî hat dîtin
Hat ragihandin, li Arjantînê meteorekî mezin ku tê texmînkirin beriya 4 hezar salî ketiye, hat dîtin. Li gorî agahiyan ev meteor bi qasî 30 tonî giran e. -
'Eger Trûmp bê hilbijartin wê aboriya DYA bi 1 trîlyon dolarî kêm bibe'
Li gorî pêşdîtinên enstîtuya bi navê Oxford Economics a navenda xwe li Îngilîstanê ye, maliyeta serketina Donald Trûmp a hilbijartinên serokatiya DYA, wê 1 trîlyon dolar be. -
Hejmara mirovên 'radîkal' li Fransayê zêde bûye
Tê gotin, li Fransayê hejmara mirovên DAIŞ'ê û çeteyên mîna wê diparêzin û meyla wan ji nêrînên Îslamî yên tund re hene, gelekî zêde bûye. -
Mîstûra: Qemyonên NY derbasî Sûriyeyê nebûne
Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra diyar kir, qemyonên alîkariyê yên NY ku ji bo Sûriyeyê hatine amadekirin, hê li Tirkiyeyê ne û got, "Bi zelalî dibêjim, qemyonên alîkariyê yên NY hê ji Tirkiyeyê bi rê neketine." -
Kerry: Agirbest ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê şensê dawî ye
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry li ser agirbesta duh êvarê li Sûriyeyê ket meriyetê axivî û got, "Agirbest ji bo rizgarkirina Sûriyeyê şensê dawî ye." -
Li girtîgeheke li Fransayê serî hat hildan
Li girtîgeheke gelekî ewle ya li Fransayê, serî hat hildan. Hat gotin, ji ber vê raperînê li qatekî avahiyê şewat derketiye. -
Hejmara qurbaniyên şewata li febrîqeyeke Bangladeşê zêde dibe
Li Bangladeşê, di dawiya hefteyê de li febrîqeyeke ambelajkirina madeyên xwarinê û cixareyê şewat derket. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî hê winda ne. -
Dîe Lînke dixwaze di sala 2017'an de bibe hevparê desthilatdariyê
Partiya Çep (Dîe Lînke) ku li Meclîsa Federal a Elmanyayê sêyemîn partiya herî mezin e, tê gotin ku stratejiya xwe ya hilbijartinên 2017'an li ser 'koalîsyona çep' amade dike. -
Namzetiya Clînton bû mijara nîqaşê
Namzeta Partiya Demokrat a ji bo hilbijartinên serokatiya DYA Hîllary Clînton, ku di merasîma bîranîna qurbaniyên 11'ê Îlonê de nexweş ket û teşxîsa zatûreyê lê hat danîn, namzetiya wê bû mijara nîqaşê. -
Clînton bi nexweşiya zatûreyê ketiye
Namzeta demokratan a ji bo serokatiya DYA Hîllary Clînton bi nexweşiya zatûreyê ketiye. -
Merkel hewl dide penaberên Afgan vegerîne Afganîstanê
Hikûmeta koalîsyonê ya Elman, ku ji ber koça zêde ya penaberan a salên dawî deng kêm kiriye, hewl dide dersînorkirina ber bi welatên hê lê şer hene, zêde bike. -
Li YE, yek ji 5 kesên ji 55 salî mezintir xizan e
Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), yek ji 5 kesên ji 55 salî mezintir xizan e. Li hin welatan ev rêje ji sedî 40 e. -
Li hember êrîşên li dijî santralên nukleer li Belçîkayê yekîtiyek nû
Li Belçîkayê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên meha Adarê, ewlehiya santralên nukleer ên li welat careke din di ber çavan re tê derbaskirin. -
Endamên biçûk ên YE jî dixwazin piştî Brexîtê di biryaran de xwedî gotin bin
Piştî Brîtanyaya Mezin biryar girt ku ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve, teza ku dibêje di mijara siberoja yekîtiyê de endamên biçûk talî têne hiştin hê xurtir bûye. -
DYA û Rûsyayê ji bo agirbesta Sûriyeyê û koordînasyona li dijî DAÎŞ’ê li hev kirin
Di hevdîtina navbera DYA û Rûsya de ku li Cinêvê çêbû, biryara agirbesta hefteyekê hate dayîn ku wê ji Cejna Qûrbanê ve bikeve meriyetê.