CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şahê Ûrdûnê teklîfa avakirina hikûmetê da Hanî Al- Meleqî
Ajanasa Nûçeyan a Ûrdûnê (Betra) ragihand ku Şahê Ûrdûnê Abdûllahê Duwemîn hikûmeta Hanî Al-Meleqî erê kir û di heman demê de avakirina hikûmetê teklîfî Hanî Al-Meleqî kir. -
Pereyê hesinî yê dema Romayê, li Japonyayê hat dîtin
Li Japonyayê di dema kolandinên arkeolojîk de, pereyên hesinî yên ji dema Romayê mayî, hatin dîtin. Niha tê lêkolînkirin, bê ev pereyê hesinî çawa gihîştiye welatekî bi hezaran kîlometreyî dûr. -
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Peres mir
Serokkomarê berê yê Îsraîlê Şîmon Peres di 93 saliya xwe de mir. -
Bîlançoya karesata keştiyê ya li Misrê: Herî kêm 202 kes mirin
Piştî ku di 21'ê Îlonê de li peravên Misrê keştiyek penaberan bin av bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê destpê kirin. Heta niha 202 cesed ji nava avê hatine derxistin. -
BND'ê agahiyên ji artêşa Amerîka re diçûn, ji nedîtî ve hatiye
Li gorî belgeyên di bernameya 'Fakt' a qenalên Elman MDR û ARD de hatin weşandin, derket holê, qelsiya ewlekariyê ya ji aliyê Rêxistina Agahîgirtinê ya Federal (BND) ve hatiye tespîtkirin, ji otorîteyên Elman hatiye veşartin. -
IMF: Koçber wê aboriyê mezin bikin
Li gorî raporek Fonê Pere yê Navneteweyî (IMF), koçberên ku li welatên Rojavayî bi neyînî tên pêşwazîkirin, di rastiyê de wê tevkariyeke mezin li pêşketina aboriyê bikin. -
Hikûmeta Ûrdûnê kuştina Nahid Hetter şermezar kir
Ajansa Nûçeyan a Ûrdûnê ( Betra ) ragihand ku Wezîrê Dewletê yê Ragihandinê û Berdevkê Fermî yê hikûmetê Mihemed Al-Mominî kuştina rojnamevanê Ûrdûnî Nahid Hetter şermezar kir.. -
Li Kolombiyayê Peymana Aştiyê hat morkirin
Di encama danûstandinên 4 salan ên ji bo qedandina şerê 52 salan ê li Kolombiyayê, Peymana Aştiyê hat morkirin. Bala her kesî êdî li ser referandûmê ye ku wê di 2'ê Cotmehê de bê lidarxistin. -
Êrîşên terorê yên li Fransayê bêkarî zêde kir
Polîtîkaya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) a bi kêrî karsazan tê, nabe dermanê bêkariyê. -
Yekîtiya Ewropa li ser polîtîkayên parastina hevpar disekine
Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê, ji bo polîtîkayên parastina yekîtiyê binirxînin îro li paytexta Slovakya Bratîslavayê li hev dicivin. Tê payîn di vê civînê de planên Elmanya û Fransa yên li ser pîşesazî û hêza parastina hevpar derkevin pêş. -
Êrîşên nîjadperestî yên li Elmanyayê zêde bûn
Li Elmanyayê êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniyê û siyasetmedarên mafên penaberan diparêzin, zêde bûn. -
Merkel dixwaze bi Tûnis û Misrê re li ser penaberan li hev bike
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ku tevî polîtîkaya komkujiyê ya hikûmeta AKP'ê bi Tirkiyeyê re Peymana Penaberan mor kir, niha jî hewl dide peymaneke bi heman rengî bi welatên li bakurê Afrîkayê re mor bike. -
Rûsya: Ji ketina balafira Malezyayê berpirs Ûkrayna ye!
Ji artêşa Rûs general Andrey Kobane, got ku ji ketina balafira rêwiyan a Malezyayê ku 2014’an pêk hatibû, Ûkrayna berpirs e. -
Zêdetirî 200 çeteyên ku ji Fransayê çûne hatine kuştin
Li gor agahiyên rayedarên Fransiz, herî kêm 200 kesên ku ji bo tevlî çeteyên li Sûriye û Iraqê bibin ji welêt veqetiyane hatine kuştin. -
Rûsya: Em baweriya xwe bi DYA naynin
Lavrov ji ber lihevkirina li Sûriyeyê xira bû DYA berpirs dibîne, got ji bo êrîşek hewayî ya li dijî Fetîh El Şamê jî sedî sed baweriya xwe bi DYA naynin. -
Pisîk jî gefê li ekosîstemê dixwin
Tevî nifûsa mirovan, nifûsa pisîkan jî gelekî zêde dibe. Li gorî zanyaran, zêdebûna hejmara pisîkan, qira gelek celebên heywanan tîne. -
Nepeniya tebeqeyên qeşayê yên Plutonê
Di gotareke kovara Natûre de hat gotin, ji bo fêhmkirina çêbûna deşta qeşayê ya bi navê Spûtnîk Planûm a li herêmên herî nepen ên Pluton, ku weke gerstêrka biçûk jî tê naskirin, gaveke girîng hatiye avêtin. -
Di civîna bilind a li Viyana de biryara şidandina kontrola li ser sînor hat dayîn
Di civîna bilind a welatên endamên Yekîtiya Ewropa û welatên li ser rêya Balkanan de, ku li Viyanayê pêk hat, biryar hat dayîn kontrolên li ser sînorên derveyî yekîtiyê bên zêdekirin. -
Bi deh hezaran kes li Fînlandiyayê li dijî Neonaziyan daketin kolanan
Li Fînlandiyayê, bi deh hezaran kes daketin kolanan û Jîmî Karttûnen bibîr anîn, ku ji aliyê Neonaziyan ve li naverastê hatibû qetilkirin. -
KENY civîneke lezgîn li ser Helebê lidar dixe
Konseya Ewlekariyê ya Konseya Ewropayê (KENY), civîneke lezgîn lidar dixe, ku di rojeva wê de Sûriye heye. Tê gotin, ev civîn ji bo pêşî li êrîşên rejîmê yên li Helebê li dijî komên 'mûxalîf' bigire, tê lidarxistin. -
Pêwîstiya dibistanên li Elmanyayê bi razemeniyek ji 34 mîlyar Euoryî heye
Li gorî raporek ji aliyê Banka Pêşvebirinê ya Elman (KfW), bi hezaran dibistanên cemaweriyê di rewşeke neyînî de ne. Di raporê de hat gotin, ji bo tamîrkirin û bicihanîna pêdiviyên dibistanan, pêwîstî herî kêm bi 34 mîlyar Euroyî heye. -
Swîsreyiyan xwestin girtiya Baskî Nekane bê berdan
Bi sedan kes li Swîsreyê daketin qadan û xwestin rojnamevan Nekane Txapartegî bê berdan, ku li ser daxwaza Spanyayê li Zurîchê hate girtin. -
Ji bo aştiya cîhanê li gelek bajarên Fransayê çalakî hatin lidarxistin
Li ser banga Tevgera Aştiyê ya Fransayê, di serî de li paytexta Parîsê li 14 bajaran bi hezaran kes li dijî şer daketin qadan û banga aştiyê kirin. -
Li Elmanya li dijî bi sedan êrîşên nîjadperest tenê 20 êrîş hatin nîşandan
Li Elmanya îsal bi ser penaberan de bi sedan êrîşên nîjatperest pêk hatin, 2 hezar ji van bi motîvasyona siyasî bûn lê tenê 20 ji van nîjatperestan weke ‘bi taloke’ hatiye tomarkirin. -
Endamên partiya çep di serokatiya Corbyn de israr kirin
Di kongreya Partiya Karkeran ( Labour) de, Serokê Giştî yê partiyê Jeremy Corbyn yê ku di xeta çepgir de bi israr e dîsa hat hilbijartin.