Rûsya: Em baweriya xwe bi DYA naynin

Lavrov ji ber lihevkirina li Sûriyeyê xira bû DYA berpirs dibîne, got ji bo êrîşek hewayî ya li dijî Fetîh El Şamê jî sedî sed baweriya xwe bi DYA naynin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji qenala Rûs NTV re axivî, daxuyaniyên balkêş dan, anî ziman ku ji ber lihevkirina mabeyna DYA û Rûsyayê hatiye eşkerekirin kêfxweş e. Lavrov bi lêv kir ku DYA sozên xwe bi cih neaniye, got BBC û CNN dîmenên bomberdûmanê yên li Iraqê pêk hatine mîna li Sûriyeyê qewimîne serwîs kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Rûs got, “Rojava û koalîsyona wê ya di serkêşiya DYA de nikarin berpirsiyartiyên xwe yên li dijî DAÎŞ û El Nûsrayê bi cih bînin, her wiha li ser civîna awarte ya Sûriyeyê ku duh li Konseya Ewlehiyê ya NY pêk hatibû jî rawestiya. Wezîr  îdîa kir ku ev civîn ji bo fikrên li ser bomberdûmana koalîsyona di serkeşiya DYA de ku 17’ê Îlonê li dijî çeperên artêşa Sûriyeyê ya li nêzî Dêra Zor pêk hatibû, belav bike hatiye lidarxistin.