Ji bo aştiya cîhanê li gelek bajarên Fransayê çalakî hatin lidarxistin

Li ser banga Tevgera Aştiyê ya Fransayê, di serî de li paytexta Parîsê li 14 bajaran bi hezaran kes li dijî şer daketin qadan û banga aştiyê kirin.

Di çarçoveya çalakiyên roja aştiyê ya enternasyonal de, meş hatin lidarxistin. Di van meşan de daxwaza ji bo cîhaneke wekhev, adîl û xwişk-biratiyê hat bilêvkirin.

Girseya gel a li meydana Repûblîqûe ya Parîsê li hev civiya, bi qîrîna dirûşma "Aştî li dijî şer" meşiya. Meşê ji Boûlvard de Magenta heta meydana Stalîngradê dewam kir. 

Di dema çalakiyê de li ser navê gelek saziyan daxuyanî hatin dayîn û bal hat kişandin ser zêdebûna firotina çekan a li Fransayê û pêkanînên Rewşa Awarte. Di daxuyaniyan de hat gotin, "Divê Fransa ne bi çekan, lê bi çanda aştiyê were naskirin. Lazim e ji nava NATO derkeve. Pêwîste NATO, ku rêxistina şer e ji hev bê xistin."

Zêdeyî 140 saziyan destek dan van çalakiyan. Rêxistina koçberan AveG-Kon, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Kurdan jî cihê xwe di nava çalakiyê de girtin, polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê teşhîr kirin û dirûşma "Faşîst Erdogan", "Dîktator Erdogan" qîriyan.

...