Merkel dixwaze bi Tûnis û Misrê re li ser penaberan li hev bike

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ku tevî polîtîkaya komkujiyê ya hikûmeta AKP'ê bi Tirkiyeyê re Peymana Penaberan mor kir, niha jî hewl dide peymaneke bi heman rengî bi welatên li bakurê Afrîkayê re mor bike.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, li konferansek bi mijara pêşvebirina tûrîzmê axivî û ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwest, ku ji bo pirsgirêka herikîna penaberan a par careke din rû nede, tedbîran bigire. Merkel îdîa kir, ku ji bo pêşîgirtina li koça penaberan, divê peymanek mîna peymana bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin, bi welatên li bakurê Afrîkayê re îmze bikin.

Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê Merkel xwest alîkariya pêşvebirina welatên Afrîkayê bê zêdekirin û got, "Ya em ê destûrê bidin ku mirov xwe li me bigirin, ya jî 'ji bo mirov li welatên xwe bimînin' em ê li dijî koçberiyê têbikoşin."

Herî dawî, keştiyek ji Misrê bi rê ketibû û bi sedan penaber tê de bûn, roja Çarşemê noqî avê bûbû û bi tenê 160 ji penaberên tê de hatibûn irzgarkirin.

Dema Merkel daxivî, Serokkomarê Misrê Abdulfetah el Sîsî jî soz da, ku ji bo pêşî li terikandina welêt bigirin, ew ê hewl bidin hîn bêhtin kar ji welatiyên xwe re bibînin.

Beriya niha bi çend mehan derketibû holê, ku hikûmeta Elman pêşniyar kiriye, ji bo li welatên xwedî rêveberiyeke bi meyla dîktatoriyê kampên penaberan werin avakirin, alîkariya pêşvebirinê bê kirin.