Civîna Bilind bi pêşengiya Elmanyayê pêk hat, ku pêla penaberan a par herî zêde bandor lê kir, pê hat. Di civîna bilind de li ser mjarên zêdekirina derfetên polîsê parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê Frontex û girtina sînoran, li hev hatiye kirin. Di civînê de biryar hat dayîn, li Sirbîstanê ku ne endamê Yekîtiya Ewropayê ye kontrola li ser sînor were zêdekirin.
Yewnanîstan, Bûlgarîstan û Makedonya, ji bo kontrolkirina sînorên xwe alîkarî ji Frontexê xwestin. Li gorî agahiyan, Elmanyayê di civînê de rexne kiriye ku tevî girtina sînor jî bi deh hezaran penaber di ser Balkanan re hatine.
Piştî Peymana Penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, ku di meha Adarê de hat îmzekirin, koça ji penaberan a ji Tirkiyeyê kêm bû, lê hejmara penaberên ji Lîbya û Misirê tên, zêde bûye.