Êrîşên terorê yên li Fransayê bêkarî zêde kir
Polîtîkaya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) a bi kêrî karsazan tê, nabe dermanê bêkariyê.
Polîtîkaya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) a bi kêrî karsazan tê, nabe dermanê bêkariyê.
Li gorî daneyên dawî, bi tenê di meha Tebaxê de 50 hezar kesên din bêkar bûn. Tê gotin, komkujiyên di mehên havînê de hatin kirin, bandoreke neyînî li tûrîzmê kirine.
Li gorî daneyên Saziya Peydakirina Kar (Pole Emploî) ya ser bi Wezareta Kar, hejmara kesên li kategoriya A, ku bi temamî bêkar in, 52 hezar 400 kesên din jî zêde bûn. Bi vî rengî hejmara mirovên bêkar, tevî herêmên li aliyê din ê deryayê, gihîşt 3,8 mîlyonî.
Tevî kategoriyên B û C ku mirovên çend saetan dixebitin di nav de cih digirin, ev hejmar derket 80 hezarî. Tevî mirovên 55 salî yên bêkar û kesên di bernameyên perwerdeya pîşeyî û stajê de cih digirin, hejmara bêkaran 6,6 mîlyonî derbas dike.
Wezîra Kar Myrîam el Khomrî ku bi pêşnûmeya reforma talankriina mafên xebatkaran ev çend meh in di rojevê de ye, îdîa kir ku komkujiyên di meha Tîrmehê de hatin kirin zerareke mezin dane tûrîzmê û sektora restoran û hotelkariyê.