IMF: Koçber wê aboriyê mezin bikin

Li gorî raporek Fonê Pere yê Navneteweyî (IMF), koçberên ku li welatên Rojavayî bi neyînî tên pêşwazîkirin, di rastiyê de wê tevkariyeke mezin li pêşketina aboriyê bikin.

Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi giranî pirsgirêkên koçberan dixin rojevê. Lê belê berevajî îdîayên tên kirin, ji zerarê bêhtir wê koçber feydeyê li aboriyê bikin.

Detayên rapora di vê der barê de ji aliyê IMF ve hat amadekirin û wê di civata giştî ya salane ya hefteya pêş de were xwendin, eşkere bûn. Li gorî vê yekê, di serî de li YE û DYA zêdebûna ji sedî 1'ê ya rêjeya koçberan li welatên rojavayî, wê di nava serdema dirêj a pêş de di asta ji sedî 2'an de aboriyê mezin bike.

MALIYETA XWE HEBE JÎ, DI DEMA PÊŞ DE WÊ GELEKÎ BI KÊRÎ ABORIYÊ WERE

Di raporê de hat ragihandin, tevî nerazîbûna civakî ya ji ber koçberiyê jî, koçber wê di dema pêş de aboriyê mezintir bikin, hê bêhtir hilberînin û li dijî pîr-kalbûna li nava civakên rojavayî bibe 'çareyeke bi bandor'.

Di dewama raporê de bal tê kişandin ser girîngiya entegrasyona koçberan li welatên lê dijîn û tê destnîşankirin, ku di dema nêz de wê maliyeta entegrasyonê hebe. Di vê çarçoveyê de tê xwestin, bi giranî perwerdeya ziman, pîşeyî yan jî dibistanê were dayîn.

Di rapora IMF de tê gotin, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve mezintirîn pêla koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve, di vê demê de pêk tê û işaret bi pirsgirêkên li gelek welatan hat kirin.

Di raporê de hişyarî tê dayîn ku ji ber koçberiyê dibe ku li hin welatan 'tansiyona civakî bilind bibe û reaksiyonên polîtîk ên dijminane zêde bibin'.