Bi deh hezaran kes li Fînlandiyayê li dijî Neonaziyan daketin kolanan
Li Fînlandiyayê, bi deh hezaran kes daketin kolanan û Jîmî Karttûnen bibîr anîn, ku ji aliyê Neonaziyan ve li naverastê hatibû qetilkirin.
Li Fînlandiyayê, bi deh hezaran kes daketin kolanan û Jîmî Karttûnen bibîr anîn, ku ji aliyê Neonaziyan ve li naverastê hatibû qetilkirin.
Di çalakiyeke roja 16'ê Îlonê de, li paytext Helsînkî li dijî biyaniyan hat lidarxistin, Jîmî Karttûnen bi nîjadperestan re nîqaş kiribû, lê ji ber êrîşa Neonaziyekî ev ciwanê 28 salî bi giranî birîndar bû û piştî hefteyeke di komayê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Karttûnen bibîr bînin û dirûşma "Divê êdî nîjadperestî biqede" biqîrin, bi deh hezaran kes daketin kolanan.
Li gorî polîsan, di vê çalakiyê de ku li paytext Helsînkî pêk hat, 15 hezar kes tevlî bûn. Li gelek herêmên vî bajarî destûr nehat dayîn ku çalakî bên lidarxistin. Ji bilî Helsînkî li gelek bajarên din ên Fînlandiyayê, bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li dijî nîjadperestiyê bûn.
Serokwezîrê Fînlandiyayê Jûha Sîpîla beşdarî xwepêşandanan li dijî nîjadperestan a li bajarê Kûopîo bû û li vir axivî. Sîpîla got, piraniya gel ji 'şîdeta nîjadperestan' bi fikar e. Sîpîla da xuyakirin, ku hikûmet wê li dijî şîdeta nîjadperestan, tedbîran bigire.
Li Fînlandiyayê di salên dawî de di bin navê 'parastina welatiyan' de gelek kom ava bûne û li dewriyê digerin. Koma bi navê 'Leşkerên Odîn' ku tê zanîn ji Neonaziyan pêk tê, yek ji van koman e.
Ev komên nîjadperest bi giranî li bajarên bakur ên welêt, ku penaber lê zêde ne, hejmara wan zêde dibe.