KENY civîneke lezgîn li ser Helebê lidar dixe

Konseya Ewlekariyê ya Konseya Ewropayê (KENY), civîneke lezgîn lidar dixe, ku di rojeva wê de Sûriye heye. Tê gotin, ev civîn ji bo pêşî li êrîşên rejîmê yên li Helebê li dijî komên 'mûxalîf' bigire, tê lidarxistin.

Piştî bi dawîbûna êrîşê, rejîma Beşar Esad êrîşî Helebê kir û tê îdîakirin ku di van êrîşan de 200 kes mirin e. Zexta welatên rojavayî yên ji bo sekinandina operasyonê zêde dibin.

Li ser banga hevpar a Fransa, Brîtanya Mezin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), KENY wê îro bi lezgînî bicive. Civîn wê li gorî dema New Yorkê îro saet di 11'an de pêk were. Rojeva bingehîn a vê civînê jî operasyona li Helebê ye.

Agirbesta di 12'ê Îlonê de li Sûriyeyê hat ragihandin, roja 19'ê Îlonê qediya bû. Piştî bidawîbûna agirbestê, artêşa Sûriyeyê ya destekê ji Rûsyayê dibîne û komên milîs berê xwe da bûn Helebê. Rejîm îdîa dike ku ew ê di rojên pêş de kontrola Helebê bi temamî tê destê xwe. Navgînên çapemeniyê yên rojavayî dibêjin, di şerê li vir de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.