CÎHAN
Hemû Nûçe
-
5 hezar 600 penaber li Derya Spî hatin rizgarkirin
Ji karesata penaberan a 3'ê Cotmeha 2013'an û vir ve, ku li Girava Lampedûsa qewimî, herî kêm 11 hezar 400 penaber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. Pêla koçberiyê ji ber xeteriyên mezin jî, dewam dike. -
FARC: Em amade ne peymanê nû bikin
Fermandarê Hêzên Çekdar ên Şoreşger li Kolombiyayê (FARC) Tîmoleon Jîmenez careke din got, ew ê dest ji peymana aştiyê bernedin, ku di referandûma roja Yekşemê de nehatibû qebûlkirin. -
Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana dîrokî nehat qebûlkirin
Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana aştiyê ya navbera hikûmetê û FARC'ê hat îmzekirin, nehat qebûlkirin. -
Germbûna global wê derbê li baregehên nukler ê veşartî bixe
Tê payin ku baregeha nuklerî ya DYA’yê ku li Gronlandê li bin tebeqeyên qeşayê de veşartiye bi germbûna global were dîtin. Hişyarî tê dayin hin bermahiyên nuklerî jî dibe ku talokeyê bi xwere bîne. -
Li gor anketan Clînton Trump derbas dike
Ji bo hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku wê vê meha tê bê lidarxistin, xebatên namzetan ên propagandayê didome, li gor anketan tê dîtin ku Clînton li gor Trump hê li pêş e. -
Rêjeya bêkartiyê li YE û Qada Eûroyê neguherî
Li gor daneyên meha Tebaxê ku ji hêla Saziya Statîstîkê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Eûrostatê hate weşandin, rêjeya bêkartiyê hem li yekîtiyê hem jî li Qada Eûroyê sabît ma. -
Wê li Elmanyayê Konferansa Şengalê bê lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê wê 13’ê Cotmehê bi dirûşmeya “Şengal: Ji Qirkirinê ber bi Xwerêveberiyê- Êzidî Çarenûsa Xwe Diyar Dikin” konferans bê lidarxistin. -
Li Nîjerê çeteyên Boko Haramê derbeyên giran xwarin
Hate ragihandin ku di operasyonên Nîjerê de ku nêzî 3 meh in li dijî çeteyên Boko Haram têne lidarxistin, herî kêm 123 çete hatine kuştin. -
2015’an ji ya ku dihate payin 200 hezarî kêmtir penaber çûne Elmanyayê
Li gorî reqemên ku Wezareta Karê Hundir ê Elmenyaya Federal dayin, 2015’an ji ya ku berê hatibû ragihandin 200 hezar kêmtir penaber hatine. -
Amûra Rosetta bi awayekî serkeftî peywira xwe bi dawî kir
Amûra fezayê Rosetta ku ev 12 sal in li fezayê ye û ji 2 salan ve ye têkildarî stêrika dûmdar Chûryûmov- Gerasîmenko (67/P) agahî berhev dikirin peywira xwe bi dawî kir. -
Bi deh hezarann malbatên li Elmanyayê ji ber testa ziman nikarin xwe bigihînin hev
Bi deh hezaran biyaniyên li Elmanyayê mafê wan ê mayînê heye, ji ber testa ziman nikarin malbatên xwe bînin cem xwe. -
Piraniya kesên bêmal ên li Fransayê biyanî ne, yek ji dehan jî mezûnên zanîngehê ne
Li gorî lêkolîneke hevpar a estîtuyên bi navê INSEE û INED, rêjeya mezûnên hîndekariya bilind ên bêmal, zêde dibe. Zêdeyî nîvê bêmalan jî biyanî ne. -
Brîtanya reaktoreke nû ya nukleerî dide çêkirin
Ji ber bermayînên xetere û rîska teqînê, nîqaşa li ser rizgariya ji reaktorên nukleerî tê nîqaşkirin. Lê belê Brîtanya dest bi avakirina reaktoreke nû ya nukleerî kir, ku wê bi dehan salan bidome. -
Danîmarkayê Belgeyên Panama yên bi sedan kesî kirî
Têkildarî Belgeyên Panama ku di meha Nîsanê de li tevahiya cîhanê deng veda, dihat meraqkirin ku welatên navê welatiyên wan di nav van belgeyan de derbas dibe, wê çi bikin. Di vî warî de Danîmarkayê gaveke berbiçav avêt. -
Pisporên avhewayê têkildarî armancên germahiya global hişyarî dan
Têkildarî armancên Peymana Avhewayê ya nû, ku di Kanûna 2015'an de li Parîsê hat qebûlkirin û ji aliyê zêdeyî 60 welatan ve hat erêkirin, zanyaran hişyarî dan. -
Papa Francîs wê di 2017'an de bê Kolombiyayê
Piştî ku Peymana Aştiyê di 26'ê Îlonê de hat mohrkirin, bala her kesî li ser referandûma roja Yekşemê ye. Papa Francîs ê destekê dide vê peymanê, wê Kolombiyayê ziyaret bike. -
Li Brûkselê li dijî ‘Distûra Xebatê’ deh hezar kes herikîn kolanan
Li Belçîkayê di 2 salvegera avakirina hikûmeta koalîsyona federal, bi sedan sendîkayên ku gelek beşên cuda temsîl dike li dijî hewldanên tasarûfê bertekên xwe bi çalakiyekî mezin nîşan da. -
Kongreya DYA'yê qanûna terorê ya AKP'ê ditirsîne, qebûl kir
Vetoya Serokê DYA Obama ya li ser qanûna 'JASTA' ji aliyê Kongreyê ve hat rakirin. Li gorî vê qanûna bi navê 'JASTA', li DYA wê karibe li dijî welatên destekê didin terorê doz were vekirin. Ev yek jî hikûmeta AKP'ê ditirsîne. -
Nîvê rêveberiya Partiya Sosyalîst a Spanyayê îstifa kir
Nîvê rêveberiya Partiya Karker a Sosyalîst a Spanyayê (PSOE), ji ber bêdengiya li polîtîkayên teserûfa dijwar, weke nerazîbûn li Sekreterê Giştî Pedro Sanchez, îstifa kir. -
Welatên OPEC'ê wê hîn kêmtir petrolê hilberînin
Di civîna li Cezayîrê de, ku 14 welatên endamê Rêxistina Welatên Firoşkarên Petrolê (OPEC) lê amade bûn, li hev hat kirin ku di dema pêş de hilberîna petrolê bê kêmkirin. -
Swêd li leşkeriya ji neçarî vedigere
Li Swêdê, di sala 2010'an de xizmeta leşkeriya ji neçarî hatibû rakirin. Lê belê biryar hat dayîn ku ev pêkanîn ji nû ve bikeve meriyetê. -
Hejmara leşkerên DYA yên li Iraqê wê ji 5 hezarî zêdetir bibe
Ji bo Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ku wê di demeke nêz de destpê bike, DYA bersiveke erênî da daxwaza Iraqê ya ji bo zêdekirina hejmara leşkerên DYA'yî yên li vî welatî. -
Li Afganîstanê DAÎŞ hate bomberdûmankirin; Gelek çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Afganîstanê bi ser herêmeke ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi cih kiribûn bomberdûman pêk hat û herî kêm 15 çete hatin kuştin. -
Ekîba Lêpirsînê ya Navnetewî îdîa ‘’Balafira Malezyayê komên Rûsan xistin’’
Ekîba lêpirsînê ya navnetewî têkildarî balafira Malezyayê ya MH17 ya rêwiyan ku li Rojhilatê Ûkranyayê 2014’an hatibû xistin û 298 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê Rûsyayê ve hatiye xistin. -
Ebadî ji bo Mûsilê ji DYA’yê piştevaniya leşkerî xwest
Amadekarî têne kirin ku di meha pêş me plana Operasyona Mûsilê dest pê bike, Iraqê xwest ku DYE bêhtir leşker bişîne.