Li gorî agahiyan, di operasyonên duh tenê de zêdeyî 5 hezar 600 penaber hatin rizgarkirin.
Yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê dan xuyakirin, ku ji penaberên li peravên Lîbyayê bi 39 kelek û botan bi rê ketin, yekî jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran gotin, li van kelek û botan bi qasî 5 hezar 600 penaber hatine rizgarkirin.
Saziyên alîkariyê yên mîna Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), Save the Chîldren, SOS Medîterrannee (Derya Spî), Proactîva Open Arms û Sea-Eye jî destek dan operasyonên rizgarkirinê.
Di 3'ê Cotmeha 2013'an de li nêzî Girava Lampedûsa ya Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bûbû û bi sedan penaber li Derya Spî xeniqî bûn. Di vê karesata mezin de 366 cenazeyên penaberan ji nava avê hatibûn derxistin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di nava 3 salên di ser vê bûyera li Lampedûsa re derbas bûn, herî kêm 11 hezar 400 penaberên din li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan.