Rêjeya bêkartiyê li YE û Qada Eûroyê neguherî

Li gor daneyên meha Tebaxê ku ji hêla Saziya Statîstîkê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Eûrostatê hate weşandin, rêjeya bêkartiyê hem li yekîtiyê hem jî li Qada Eûroyê sabît ma.

Rêjeya bêkartiyê li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê di meha Tîrmehê de 8,6 ma, bi giştî kêmbûnek 40 hezarî çêbû. Li Qada Eûroyê ya 19 welatên YE hene jî, her çiqasî hejmara bêkartiyê 8 hezaran zêde bibe jî, rêjeya bêkartiyê ji sedî 10,1 ma.

Li YE, welatê ku bêkartî herî zêde ye, bi sedî 23,4 Yewnanîstan e. Spanya jî bi sedî 19,5 bû welatê duyem ê bi pirsgirêka bêkartiyê.

Li Komara Çekê ev rêje ji sedî 3,9 û herî kêm e, li Elmanyayê jî ji sedî 4,2 ye.

Li Qada Eûroyê rêjeya bêkarên ciwan jî  ji sedî 24,9 e.