Ebadî ji bo Mûsilê ji DYA’yê piştevaniya leşkerî xwest

Amadekarî têne kirin ku di meha pêş me plana Operasyona Mûsilê dest pê bike, Iraqê xwest ku DYE bêhtir leşker bişîne.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî daxuyaniyek da û got bila Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYE) ji bo piştevaniya operasyonê zêdetir piştevaniya leşkerî li wan bike.

Di daxuyaniyê dewiha hate gotin, ‘’Ji bo hêzên ewlekariya Iraqê yê qehreman’’ bi mebesta ku Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, pêdivî bi desteka leşkerî heye û xwest ku hêjmara şêwirmendê leşkerî ji bo cara dawî were zêdekirin.

Ji Hezîrana 2014’an ve hatibû ragihandin ku ji bo rizgarkirina Mûsilê ya ji dest çeteyên DAIŞ’ê wê operasyon di Cotmehê de were destpêkirin. Pêşmerge li bakur rojhilatê Mûsilê bi dehan kîlometro xwe mewzî kirine, artêşa Iraqê jî ji hêla başûr ve nêzî 80 kîlometroyî nêzî bajêr bûye.

Hatibû armanckirin ku Mûsil heta dawiya vê salê bi temamî ji destê çeteyan were rizgarkirin.