Papa Francîs wê di 2017'an de bê Kolombiyayê

Piştî ku Peymana Aştiyê di 26'ê Îlonê de hat mohrkirin, bala her kesî li ser referandûma roja Yekşemê ye. Papa Francîs ê destekê dide vê peymanê, wê Kolombiyayê ziyaret bike.

Peymana Aştiyê, ku şerê 52 salan ê li Kolombiyayê qedand, bi seremoniyekê ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos û lîderê gerîlayên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) Tîmoleon Jîmenez ve hatibû îmzekirin.

Şexsiyetekî din ê girîng, ku ji gelê Kolombiyayê yê Katolîk xwest destekê bide peymanê, Papa Francîs bû. Hat ragihandin, Papa Francîs wê di destpêka sala 2017'an de li Kolombiyayê be. Herî dawî Papa Jean Paûl ê II. di sala 1986'an de Kolombiya ziyaret kiribû.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos li ser daxwaza serdana Papa ya li welatê wî axivî û got, serdan wê di destpêka sala 2017'an de pêk were. Santos diyar kir, hatiye ragihandin ku wê serdan di çaryeka destpêkê ya salê de pêk were û herî kêm 4 rojan dewam bike. Santos got, "Ev yek wê gelê Kolombiyayê onore bike."

DESTEKA PAPA GIRÎNG E

Li Kolombiyayê, referandûma li ser Peymana Aştiyê wê roja Yekşemê bê kirin û tê gotin, ku desteka gel a ji bo peymanê di rêjeya ji sedî 55'an de ye. Di serî de Serokdewletê berê Alvaro Ûrîbe hemû alîgirên tundiyê ji bo dengê 'na' propagandayê dikin.

Tê zanîn, desteka Papa Francîs a ji bo peymanê, wê bandorê li derdora Katolîk a oldar a li vî welatî bike. Papa bi xwe di merasîma îmzekirinê ya 26'ê Îlonê de ne amade bû, lê li ser navê wî Kardînal Pîetro Parolîn ku weke navê duyemîn ê Vatîkanê tê naskirin, beşdarî merasîmê bûbû.

Beriya niha di sala 1968'an de Papa Paûl ê VI. û di sala 1986'an de Papa Jean Paûl ê II. Kolombiya ziyaret kiribûn.