Piraniya kesên bêmal ên li Fransayê biyanî ne, yek ji dehan jî mezûnên zanîngehê ne
Li gorî lêkolîneke hevpar a estîtuyên bi navê INSEE û INED, rêjeya mezûnên hîndekariya bilind ên bêmal, zêde dibe. Zêdeyî nîvê bêmalan jî biyanî ne.
Li gorî lêkolîneke hevpar a estîtuyên bi navê INSEE û INED, rêjeya mezûnên hîndekariya bilind ên bêmal, zêde dibe. Zêdeyî nîvê bêmalan jî biyanî ne.
Li gorî raporê, ku daneyên sala 2012'an esas girtiye, ji sedî 14 ê bêmalên li Fransayê, zanîngeh xwendine. Di sala 2012'an de 10 ji 100 mirovên bêmal, ya zanîngeh, ya jî saziyeke din a hîndekariya bilind qedandine û dîploma standine.
Di raporê de hat ragihandin, ji sedî 15 ê bêmalên ji dibistanên bilind mezûn bûne, di dema xwendinê de jî bêmal bûne. Li gorî vê yekê, piraniya bêmalên mezûnên dibistanên bilind, ji ber bêkariyê yan jî ji ber hatineyeke kêm, bêmal in.
Li gorî vê raporê, di sala 2012'an de 143 hezar kes weke 'bêmal' hatin tespîtkirin. Ev yek li gorî sala 2001'ê di nava 11 salan de bi rêjeya ji sedî 50 zêde bûye. Di sala 2001'ê de 82 hezar mirovên bi emr û 30 hezar zarok bêmal bûn. Di nava 11 salên dawî de bi taybetî hejmara zarokên bêmal zêde bûn.
Li gorî raporê, piraniya nîvê bêmalên li Fransayê, biyaniyên ji welatên berê yên di bin mêtîngeriya Fransayê de bûn, hatine.
Li gorî karê saziya bi navê SAMU socîal, ji sedî 12 ê bêmalan, perwerdeya hîndekariya bilind dîtine.
Wekî din, li gorî xebatek ji aliyê Weqfa Abbê Pîerre ve hatiye kirin, herî kêm 3,5 mîlyon kes ya bêmal e yan jî di nava şert û mercên neyînî de dijîn.