CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rusya: Me êrîşî konvoya NY a li Helebê nekirye!
Rusya diyarkir ku ne artêşa Rûsya û ne jî ya Sûriyeyê êrîşî konvoya alîkariya mirovî ya ku diçû Helebê kirine û ‘Tenê hine delîlê şewitîna konvoyan’ hene. -
Li Behra Spî ji her hezarek penaberan dehan jiyana xwe ji dest dan
Li gor Neteweyên Yekbûyî, îsal hejmara penaberan ku di ser Behra Spî re derbasî welatên Yekîtiya Ewropa dibin kêm bûne, di mirinan de jî zêdebûnek cîdî heye. -
Pêşiya Pûtîn vebû, komunîst qels dibin
Hilbijartinên Dûma ku baskê jêr ê Parlamenta Rûsyayê ye û jê nayê hêvîkirin di polîtîkaya welêt ti guherînên girîng bike, bê kelecaniyê dest pê kir û bi daneyên mihefezekirina pergala berê bi encam bû. -
Di keştiya antîk a noqbûyî de hestiyê mirovan hat dîtin
Li keştiya 2 hezar salî ya ku li Girava Antîkythera ya Yewnanîstanê di sala 1900'î de hat dîtin, di encama lêkolînan de hestiyê mirovan hat dîtin. -
Şewata daristanan rê li ber mirina pêşwext a 100 hezar kesî vekir
Li gorî lêkolîneke zanîngehên Colûmbîa û Harvardê, şewata daristanan a par li Endonezyayê rû da, rê li ber mirina pêşwext a 100 hezar kesî vekir. -
Piştî gotina 'wê we bişînin Tirkiyeyê' li kampa penaberan şewat derket
Li wargeheke penaberan a li girava Lesbos (Mîdîllî) a Yewnanîstanê, şewat derket. Gelek penaber di kêliya dawî de ji şewatê hatin rizgarkirin. -
Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Pûtîn 'bi ser' ket
Di hilbijartinên Dûma Dewletê yên roja Yekşemê de, Partiya Rûsya Yekbûyî ya Pûtîn bi ser ket. Li gorî 5 sal beriya niha, hemû partiyan kêm kirin. -
Obama: Operasyona Mûsilê 'nêz' e
Serokê DYA Barack Obama ku ji bo tevlî Civata Giştî ya NY bibe li New Yorkê ye, bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt. Obama got, operasyona rizgarkirina Mûsilê, dibe ku bi lez bi pêş ve biçe. -
Rojhilatê Elmanyayê di parvekirina hatineyan de hê li paş e
Tevî ku di ser yekbûna du Elmanya re 26 sal derbas bûne, newekheviya navbera Rojhilat-Rojava hê jî dewam dike. -
Çeteyê DAIŞ’ê yê ku li New Yorkê êrîşa bombeyî li dar xist hate girtin
Çeteyê bi navê Ahmet Han Rahamî yê ku êrîşa bombeyî li bajarê New York ê DYE’yê li dar xistibû û nêzî 30 kesan birîndar bibû ji aliyê polîan ve hate girtin. -
Artêşa Sûriyeyê dawî li agirbestê anî
Artêşa Sûriyeyê ragihand ku dawî li agirbesta ku roja Dûşema borî ketibû meryetê anîne, Serokê rejîmê Esad, DYE sûcdar kir. -
Merkel got: Polîtîkaya me şaş e
Piştî ku duh partiya CDÛ ya Serokwezîr Angela Merkel a di hilbijartinên eyaleta Berlînê de windakir û şûn de,Merkel got ku me di polîtîkaya koçberan de şaştiyek mezin kir, em bê amadekarî rastî hatina koçberan bûn. -
Di hilbijartina eyaleta Berlînê de partiya SPD bû yekem
Li paytext Berlîn a Elmanyayê di hilbijartina eyaletê de partiya SPD bû yekem. CDÛ, di dîroka Berlînê de dengê herî kêm stand, AFD jî di hilbijartinê de ji sedî 11 deng girt. -
Interfax: Serokê Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Gerasîmov hişyarî da Akar
Serokê Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Gerasîmov ji Akar re got, "Ketina we ya li nava xaka Sûriyeyê qanûnî nîne. Eger operasyona bi navê Mertala Firatê dewam bike û berfireh bibe, wê krîzên siyasî û leşkerî derkevin pêşiya Tirkiyeyê." -
Konferansa Neteweyî ya gerîlayên FARC'ê ya li ser mijara aştiyê, destpê kir
Ji bo erêkirina Peymana Aştiyê, ku şerê 2 salan diqedîne, 10. Konferansa Neteweyî ya Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) destpê kir. -
Fransa ji 9 hezar penaberan re cih nabîne!
Ji bo penaberên li bajare Calaîsê li gelemperiya welêt werin belavkirin, hewldan dwam dikin. Rêveberên herêmî yên rastgir nerazîbûnê nîşanî vê didin. Li Îngilîstanê jî ji bo qebûlkirina penaberan çalakiyeke mezin hat lidarxistin. -
Koma V4 hişyarî da: Eger mafê serbestiya gerê neyê naskirin, em ê Brîtanyayê veto bikin
Di Civîna Bilind a Bratîslava de, ku piştî biryara Brîtanya Mezin a derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hat lidarxistin, welatên rojhilatê Ewropayê têkildarî mafê serbestiya gerê hişyarî dan. -
Gelên Rûsyayê ji bo hilbijartina Dûma Dewletê li ser sindoqan e
Li Rûsyayê, ji bo hilbijartinên giştî gel li ser sindoqan e. Di hilbijartinê de wê 450 endamên Dûma dewletê, ku baskê jêrîn ê Meclîsa Federal e, bên hilbijartin. -
DYA û Rûsya hev sûcdar dikin
Piştî ragihanina agirbestê li Sûriyeyê di Duşemê ve gelek caran agirbest tê binpêkirin, DYA û Rûsya hevdû tawanbar dikin. -
Li Elmanya bi sed hezaran kes li dijî TTIP û CETA'yê derketin qadan
Li dijî peymana bazirganiya serbest a di navbera Yekîtiya Ewropa(YE), DYA û Kanada de, li Elmanya bi sedhezaran kes derketin qadan. -
Li Nîjerê çeteyên Boko Haramê derbên giran xwarin
Di operasyonên artêşên Nîjerya û Çadê de ku li Nîjerê li dar xistin, kêmahî 38 çeteyên Boko Haramê hatin kuştin. Tê ragihandin ku hejmara çeteyên ku ji 12’ê Îlonê û vir hatine kuştin jî zêdetirî 68’an e. -
Hevdîtinên Sûriyeyê yên li Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatin betalkirin
Hate ragihandin ku hevdîtinên wê li Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî têkîldarî agirbesta li Sûriyeyê bihatibana lidarxistin hatine betalkirin. -
Qadek qasî Fransa wê bê parastin
Fransa amadekariyan dike ku qadeke bi sed hezaran kîlometre kare ya ku giravên li Okyanûsa Hînt dorpêç dike wek qada parastinê ya xwezayî îlan bike. -
‘Li DYA tevgerek nû ya siyasî dikare derkeve holê’
Rewşenbirê DYA’yî Noam Chomsky diyar kir ku li DYA tevgerek nû ya siyasî dikare derkeve holê. -
Li Elmanyayê bêkartî kêm dibe, lê feqirî zêde dibe
Li gor Daîreya Statîstîkê ya Federal (Destatîs) û medyaya Elman, rêjeya feqiriyê ji sala 1990’î û vir ve gihiştiye asta herî bilind.