Pêşiya Pûtîn vebû, komunîst qels dibin

Hilbijartinên Dûma ku baskê jêr ê Parlamenta Rûsyayê ye û jê nayê hêvîkirin di polîtîkaya welêt ti guherînên girîng bike, bê kelecaniyê dest pê kir û bi daneyên mihefezekirina pergala berê bi encam bû.

Di serî de li Moskowa û Sant Petersbûrgê tevlêbûn kêm bû, para sedî 54 ku ji Partiya Rûsyaya Yekbûyî ku partiya dewletê ye standî, ji hêla Kremlînê ve weke ‘piştevaniya gel’ a li Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn hate dîtin. Piştî nîv saetê bi ser girtina sendoqan re Pûtîn bi lîderê fermî yê partiyê, Serokwezîr Dmîtriy Medvedev re derket pêşberî kamerayan, serketina xwe ragihand û bi rayedarên partiyê re wêne girtin û civat girêdan.
Encamên berdest nîşan didin ku li pêş hilbijartinên serokatiyê yên 2018’an li pêş Vladîmîr Pûtîn ti astengên girîng nîn in.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov encama Partiya Rûsya ya Yekbûyî weke berdewamiya piştevaniya li Vladîmîr Pûtîn diyar kir. Peskov tevlê wê ramanê nabe ku tevlêbûna li hilbijartinê kêm e. Weke argûman jî nîşan dide ku li welatên Ewropayê tevlêbûn hê kêmtir e.

Kêmbûna tevlêbûna li hilbijartinê, li derdora nêzî hikûmetê hewaya sar a li Moskowa û Sant Petersbûrgê tê nîşandan. Pispor jî dibêjin sedema vê ew e ku li gor gel parlament bûye sekreterya îdarî û fonksiyona wê nema ye. Tevlêbûna kêm bêhtir ji hêla lîberalan ve tê nîqaşkirin ku sedî 5 jî derbas nakin. Li gorî radyoya Eho Moskowa ku yek ji platforma nîqaşê ya lîberalan e, ji ber ku Dûma nikare rewşa giştî biguherîne gel zêde tevlî hilbijartinan nebû.

Navdartirîn kesên girîng ên di nav Partiya Rûsya ya Yekgirtî de Vladîmîr Vasîlîyev û Serokê Şaredariya Moskowayê Sergey Sebyanîn li gel ku bi rêyeke bilind li parlamentoyê temsîla wan heye jî, gotin wê ramanên hemû parlamenterên din ku ketine nav organa zagonîkirinê de esasa were dîtin.

Tê payin ku Partiya Rûsyayê ya Yekbûyî ku gihaştine piraniya destûrî, di serdema nû de wê bêhtir piştevaniyê li Kremlînê bike.

'TÊKÇÛYÎ PARTIYA KOMUNÎST E'

Her wiha Partiya Komunîst ku j isalên 1990’î ve tim kêm dibe, yek ji têkçûyiyê sereke yê hilbijartinê tê dîtin. Dev ji Pûtînê berdin,  lîderê Komunîst Gennadî Zuganov kul i hemberî selefî wê di her raûndê de têk diçe bi gotinên, ‘’kedkarên ku barê giran ê welêt radigirin piştgiriyê li wan dikin’’ dixwaze dilê  alîgirên xwe xweş bike. Ev jî rastiyek e ku li Rûsyayê kêmbûna nifşê berê yek ji sedema sereke ya rasteraste ku Partiya Komunîst kêm dike. Jixwe Komunîst di salên dawî de nikare bibe muxalefeta sereke, tewifî ye û pasîf e.

Yek ji wan kesan ku di hemû hilbijartinan de dikeve pêşbaziyê Vladîmîr Jîrînovskî di vê bilgijartinê de bi hijmarên hûrik kete rêza sêyêmîn û dengê xwe zêde kirin. Partiya Lîberala Demokratîk a Jîrînovskî ji hêla ciwanên neteweper ve tê destekirin, li parlamentoyê polîtîkayên hevlayê desthilatdariyê dimeşîne.

Liberal jî…Di serî de partiya Parnas û Yabloka, lîberalên Rûsya ku di avaniyên cihê de, di hilbijartina Dûma de xwe ceribandin sedî 5 ên dengan jî nastînin.