Li Behra Spî ji her hezarek penaberan dehan jiyana xwe ji dest dan

Li gor Neteweyên Yekbûyî, îsal hejmara penaberan ku di ser Behra Spî re derbasî welatên Yekîtiya Ewropa dibin kêm bûne, di mirinan de jî zêdebûnek cîdî heye.

Li gor daneyên ku Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) weşandî, piştî hevpeymana ku bi dewleta Tirk re hatiye îmzekirin, di hejmara penbaran de ketinek mezin çêbûye. Li gor UNHCR’ê, di 9 mehên destpêkê yên vê salê de hejmara penaberên ku ji ser Ege û Behra Spî derbasî welatên YE bûne 300 hezar bihurandine, sala bihurî di heman pêvajoyê de ev hejmar 520 hezar bû.

LI GOR HEJMARA PENBARAN DI MIRINAN DE ZÊDEBÛNEK CÎDÎ ÇÊBÛYE

Li gor statîstîkên UNHCR’ê, her çiqasî di hejmara penaberan de kêmbûnek ji sedî 40 çêbibe jî, di mirinan de zêdebûnek mezin heye. Sala 2015’an bi giştî 3 hezar û 771 penaberî dema hewldana derbaskirina Behra Spî jiyana xwe ji dest dabûn, ji serê vê salê ve hejmara penaberên ku jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 211 e.

Li Behra Spî ku sala bihurî ji her hezarek penaberên ku berê xwe didan Ewropayê 7’an jiyana xwe ji dest didan, di vê salê de ji her hezarek penaberî zêdetirî dehan jiyana xwe ji dest dan.