DYA û Rûsya hev sûcdar dikin
Piştî ragihanina agirbestê li Sûriyeyê di Duşemê ve gelek caran agirbest tê binpêkirin, DYA û Rûsya hevdû tawanbar dikin.
Piştî ragihanina agirbestê li Sûriyeyê di Duşemê ve gelek caran agirbest tê binpêkirin, DYA û Rûsya hevdû tawanbar dikin.
Fermandarê Navenda Koordînasyona Rûsya a li Sûriyeyê general Vladîmîr Savçenko di roja 6’ an a agirbestê de daxuyaniyek da û got, ji hêla komên ku weke ''nerm'' têne nasandin di nav 24 saetan de 50 caran êrîş bi ser hêzên rejîmê de anîne. Savçenko diyar kir êrîş herî pir li Halep û Hamayê pêk tên. General Vîktor Poznîkhîr jî got, ji roja Duşemê ve, agirbest 199 caran hatiye binpêkirin û got agirbest têk biçe berpirsê vê DYA ye. Poznîkhîr diyar kir DYA li gorî peymana agirbestê tevnagere.
Vîktor Poznîkhîr diyar kir, komên weke ku 'Muxalîfên nerm'' têne nasandin mesafeyê naxin navbera xwe û DAIŞ'ê û eniya Fetîh El Şam ku navê nû yê El Nûsra ye û xwest ku DYA di vê mijarê de agahdar be û di nava hewldanan de be.
Li gorî daxuyaniya Qesra Sipî jî got li bajarên ku di bin dorpêça rejîmê de ne, tê astengkirin ku alîkariya însanî bigihije. Daxuyanî li ser navê Barcak Obama hate kirin û hate gotin, bi agirbestê tundî kêm bûye lê dîsa jî ji ber sedema blokekirina alîkariya însanî ew metirsîdar in.