Li derdora Tunela Manşê û bendera Calaîsê herî kêm 9 hezar penabern di nava şert û mercên enbaş ên penaberiyê de dijîn. Ji bo ev penaber li herêmên din ên welêt werin belavkirin, xebat didomin. Hikûmeta Partiya Sosyalîst, ji bo van penaberan li navendên din ên li gelemperiya Fransayê tên amadekirin bi cih bike, xebatên xwe didomîne. Şaredariyên ji partiyên rastgir li dijî vê yekê derdikevin.
Şaredar bi giranî bi hincetên populîst li dij derdikevin. Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve û wezîra Avahiyan Emmanûelle Cosse nameyek li ser mijarê nivîsandin û eşkere kirin. Di nameyê de tê nivîsandin, karê belavkirina penaberan wê li herêman bi şêwirandinê pêk were.
Li Calaîs û derdora wê bi hezaran penaber dijîn ku piraniya wan li qada daristanî ne. Û bi salan e çareserî ji wan re nehatiye dîtin. Ev penaber di hedefa gelek rêxistinên sûc de ne. Penaberên li vê derê hewl didin ji Tunela Manşê û Bendera Calaîsê derbas Îngilîstanê bibin. Lê her sal gelek ji wan di vê rêwîtiyê de jiyana xwe ji dest didin.
BI DEH HEZARAN KES LI LONDONÊ JI BO PENABERAN MEŞIYAN
Li aliyê din, ji bo Îngilîstan penaberên li derdora Calaîsê dijîn qebûl bike, li Londonê xwepêşandaneke mezin hat lidarxistin. Li ser banga Rêxistina Piştgiriya Penaberan (swruk) 20 hezar kes li Park Lane li hev civiyan û ji bo penaber li Îngilîstanê bên qebûlkirin, meşiyan.