Interfax: Serokê Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Gerasîmov hişyarî da Akar

Serokê Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Gerasîmov ji Akar re got, "Ketina we ya li nava xaka Sûriyeyê qanûnî nîne. Eger operasyona bi navê Mertala Firatê dewam bike û berfireh bibe, wê krîzên siyasî û leşkerî derkevin pêşiya Tirkiyeyê."

Serokê Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Valerî Gerasîmov, ku çend roj berê Enqere ziyaret kir û bi Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Hûlûsî Akar re hevdîtin kir, ji hempîşeyê xwe re ragihand, ku operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û eger operasyon dewam bike, wê krîzên nû derxîne pêşiya Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya rojnameya Interfax, Gerasîmov û Akdar li ser operasyona dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê axivîne. Rojnameyê ragihand, Gerasîmov ji hempîşeyê xwe yê Tirk Akar re gotiye, ku ev operasyon li derveyî destûra rêveberiya Şamê hatiye kirin, lewma ne qanûnî ye. Li gorî nûçeya Interfaxê Gerasîmov ji Akar re gotiye, "Eger ev operasyon demdirêj dewam bike û li qadeke berfireh belav bibe, ev rewş wê di dema pêş de rîskên leşkerî û siyasî derxîne pêşiya Tirkiyeyê."

Medya nivîskî û dîtbarî ya Rûsyayê cihekî berfireh ji vê mijarê re veqetand. Lê medya Tirk hema bêjin qet cih neda mijarê.