Welatên Koma Vîsegrad (V4) Slovakya, Komara Çekê, Polonya û Macarîstan hişyarî dan û ragihandin, eger mafê serbestiya gerê ji welatiyên wan re nas neke, ew ê mayîna Brîtanyayê li nava bazara Yekîtiya Ewropayê veto bikin.
Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco ku ji Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya dawî re malovanî kir, da zanîn ku Brîtanya ji bo karibe di nava bazara navxweyî ya Yekîtiya Ewropayê de bimîne, divê mafê serbestiya gerê bide welatiyên wan. Fîco diyar kir, ku di vî warî de deriyê wan li peymaneke din girtî ne û got, "Welatên V4 wê bi ti awayî di rewşeke berevajî vê daxwazê de li hev nekin."
Fîco hişyarî da, ku eger Brîtanya vî mafî nas neke, ew ê encamên gengaz ên muzakereyê veto bikin.
Brîtanyayê di referandûma 23'ê Hezîranê de bi rêjeya ji sedî 52'an ê gel dengê biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê dabû.