Qadek qasî Fransa wê bê parastin

Fransa amadekariyan dike ku qadeke bi sed hezaran kîlometre kare ya ku giravên li Okyanûsa Hînt dorpêç dike wek qada parastinê ya xwezayî îlan bike.

Li Fransayê ku mahzûbantiya Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 kir, tê payin ku hikûmet vê projeya xwe di dawiya vê salê de praktîze bike.

Bi biryarê ve wê qadek 600 hezar kîlometre kare ya ku Giravên Kergûelen a dikeve başûrrojhilatê Madagaskar a li Okyanûsa Hîntê dorpêç dike, bi temamî wek qadek jiyangeha xwezayî biparêze. Bi vê ve jî tê hedefkirin ku cureyên zindiyan li okyanûsê bên parastin.

Zanyar dibêjin ku bi saya qedexekirina neçîra masiyan û trafîka keştiyan wê bi hezaran cureyên zindiyan ji tinebûnê bêne parastin. Li Giravên Kergûelen û derdora wê ji bilî pengûenan, cureyên masiyan ên ku bi xeteriyê re hevrû ne hene.